05:58 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Rusya & NATO

    Gruşko: NATO her çîroka tirsê bi kar tîne daku Rûsyayê wek şeytanî nîşan bide

    © Sputnik/
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 620

    Nûnerê Daimî yê Rûsyayê li NATOyê Aleksandr Gruşko bi Spûtnîkê axivî û got, NATO nêzîkî sînorên Rûsyayê bûye û pergala moşekên Îskender ji bo Rûsyayê wek şeytanî nîşan bide bi kar bîne.

    Nûnerê daimî yê Rûsyayê li NATOyê Aleksandr Gruşko, NATO ji bo Rûsyayê wek şeytanî nîşan bide û polîtîkaya xwe ya dorpêçkirinê bisepîne, hemû çîrokên tirsê bi kar tîne.

    Gruşko bi Sputnikê re axivî û wiha got, "hevbendiyê ragihand ku derbasî polîtîkaya hinek planên êrîşkar ên dorpêçkirina Rûsyayê dihewînin bûye. Lewra pêdiviya wan bi hemû çîrokan hene yên ku Rûsyayê wek şeytanî nîşan didin. Ji vir jî agahiyên wiha dixe medyayê ku h Rûsya dikare di çend saetan de welatên Baltîkê dagir bike. Di vê navberê de jî kesek dernakeve û napirse bê gelo çima tiştekî wiha dê çêbibe."

    "MOŞEKÊN ÎSKENDER WEK HÊMANEKE TIRSANDINÊ TÊN BIKARANÎN"

    Herwiha rayedar rûs behsa 'nîgeraniyên' NATOyê ji bo Rûsyayê jî kir û wiha dewam kir: "Rûsya ber bi ti alî ve hereket nekir lê NATO nêzîkî sînorên me bûn, him ji aliyê leşkerî ve jî lê ew li tirseke wiha digerin ku hinek herêm di talûkeyê de ne. Nexasim bi awayekî berbiçav ti tişt pêk nehatiye. Ji mêj ve hatibû ragihandin ku pergala moşekên Îskeder dê li yekîneyên me zêde bibin. Lewra ez dixwazim careke din jî diyar bikim ku ev bizav, bizavên wiha ne daku Rûsyayê wek şeytan nîşan bidin. Moşekên Îskender jî li vir wek Hêmaneke tirsandinê tên bikaranîn."

    "HEMÛ OPERASYONÊN NATOYÊ BI KARESTAN BI DAWÎ BÛN"

    Ji aliyê din ve, Gruşko destnîşan kir ku hemû operasyonên dawî yên NATOyê bi karestan bi dawî bûn û wiha pê de çû: "Em hîn jî bi encamên bombebarankirina wê ya sala 1999an bo Yugoslavyayê dihisin. Ev 12 sal in, NATO li gel endamên din ên hevbendiyê li Afxanistanê ne lê rewş baş nabe. Ez behsa operasyonên hewayî yên li Lîbyayê nakim jî. Ji aliyê din ve, gelek welatan deswerdan di Iraqê de kir û em encaman dibînin. Rokhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê bûye cih û war ji terorîst û komên tundrew re ku bûne herêmên mezin ên birêveberiya wan a hikûmetê tine."

     

    Bi heman mijarî:

    Abe, meha peşiya me li Rûsyayê bi Pûtîn re hevdîtinekê pêk tîne
    Moskowê salvegera 3yemîn a girêdana Kirimê ya bi ser Rûsyayê ve pîroz kir
    Peskov: Girêdana Kirimê ya bi ser Rûsyayê ve bû rizgariya Kirimiyan
    Serokê Luganskê: Ez piştrast im ku referandûma yekbûna bi Rûsyayê re dê pêk were
    Peskov: Kêmkirina kirîna genim a Tirkiye ji Rûsyayê wê bandorê li têkiliyan neke
    Moldovya: Pêwendiyên bi Rûsyayê re gihîştin qonaxeke nû
    Etîketan:
    NATO, Aleksandr Gruşko, Yugolslavya, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de