05:04 26 Nîsan 2017
Zindî
    Mihail Bogdanov

    Bogdanov: Hikûmeta Sûriyeyê beşdarî civînên Cenevê yên hefteyê bibe

    © Sputnik/ Владимир Трефилов
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 2220

    Alîkarê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mîxaîl Bogdanov ragihand ku nûnerên hikûmeta Sûriyeyê dê beşdarî civînên Cenevê yên tên plankirin di 23ê Adarê de bên lidarxistin bibin.

    Bogdanov got, "Şamê piştrast kir ku heyeta hikûmeta Sûriyeyê ya bi serokatiya Beşar El Caferî(Nûnerê Daimî yê Sûriyeyê li NYyê) dê biçin civînên avaker ên Cenevê."

    Herwiha rayedarê rûs diyar kir ku hêvî dike, dijberên çekdar jî beşdarî civînan bibin û ragihand ku ihtimal heye, Nûnerê NYyê yê taybet Staffan De Mistura berî civînan serdana Moskowê bike.

    Piştî di 3ê Adarê de civînên Cenevê bi dawî bûn, De Mistura hewl dide ku aliyan dîsa di 2ê Adarê de bicivîne.

    Etîketan:
    NY, Mîxaîl Bogdanov, Beşar El-Caferî, Cenev, Sûriye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de