18:37 20 Tebax 2017
Zindî
    Pisporên mayinan ên rûs

    Pisporên paqijkirina mayinan li Palmîrayê du embarên cebilxaneyan bi dest xistin

    © Foto: Rusya Savunma Bakanlığı
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 912

    Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku muhendisên rûs ên ji bo beşdarî operasyonên paqijkirina mayinan li Palmîrayê bibin di roja pêşî de 120 madeyên teqemeniyê û du embarên cebilxaneyê desteser kirin.

    Serokê Daîreya Paqijkirina Mayinan ya Navenda Çalakiyên Mayinan a Navneteweyî ya Hêzên Çekdar ên Rûsyayê Valeriy Ovdiyenko got: "Personelê me li herêma dîrokî ya Palmîrayê û qadên niştîvihan dest bi xebatan kir. di 5-6 saetên destpêkê de bêtirî 120 madeyên teqemeniyê hatin bêbandorkirin."

    Ovdiyenko destnîşan kir ku du embarên cebilxaneyê di dema xebatên li Palmîrayê de hatine dîtin.

    PISPORÊN RÛS HER TIŞTÊ JI DESTÊ WAN TÊ DIKIN

    Ji aliyê din ve, Ovdiyenko teqez kir ku pisporên rûs ji bo ziyan negihêje beşê dîrokî yê bajarî û herwiha bingehên sereke yên li herêmê, her tiştê ji destê wan tê dikin.

    Wezareta Parastinê ya Rûsyayê 150 endazyar û 17 navgînên leşkerî şandibûn Sûriyeyê dau beşdarî operasyonên paqijkirina mayinan ji Palmîrayê bibin.

    Bi heman mijarî:

    Helîkopterên Rûsî li Palmîrayê hêza xwe nîşan dan
    Tîma paqijkirina mayînan a rûs çû Palmîrayê
    Leşkerekî rûs li Palmîrayê jiyana xwe ji dest da
    Li Palmîrayê ji nû ve dengê mûzîkê bilind bû
    Generalê rûs hûrgiliyên operasyona Palmîrayê eşkere kirin
    Sputnik dîmenên bajarê Palmîrayê ku ji DAIŞê hat rizgarkirin kişand
    Russia Today (RT) dîmenên ewil yê Palmîrayê ku ji DAIŞê hat rizgarkirin kişand
    Etîketan:
    Valeriy Ovdiyenko, Sûriye, Palmîra, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de