08:54 25 Adar 2017
Zindî
    Cîgirê wezîrê derve yê Rûsyayê Mîxaîl Bogdanov

    Bogdanov: Me ji Îsraîlê xwest diyar bike çima başafirên ketine nav sînorên Sûriyeyê

    © Sputnik/ Alexey Filippov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 1411

    Cîgirên Wezîrê Derve yê Rûsyayê û Nûnerê Rûsyayê ji bo Rojhilata Navîn Mîxaîl Bogdanov ji RTyê ragihand ku wan ji Îsraîlê xwetiye ku daxuyaniyekê bide li ser bûyera derbasbûna balafirên wan nav sînorên ezmanî yên Sûriyeyê.

    Bogdanov teqez kir ku rêkeftinek di navbera wan û Îsraîlê de heye ji bo ku giringiyê bidin çûnûhatinên operasyonên hewayî li ser Sûriyeyê.

    Herwiha rayedarê rûs destnîşan kir ku divê nirxandina Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ji bo vê bûyerê re bê zanîn.

    Ji aliyê din ve, Serekaniyê Sûriyeyê jî ragihandibû ku di 17ê vê mehê de 4 balafirên şerî yê Îsraîlê şevê din saet 02:40ê ji herêma Birêcê ketiye nav sînorê Sûriyeyê û hêzên parastinê yê Artêşa Sûriyeyê bersiv daye ku di encamê de yek ji balafirên Îsraîlê xistiye.

    Berdevkê Artêşa Îsraîlê jî ji Reutersê re ragihandibû, "ti carî ewlekariya sivîlên îsraîlê yan jî balafirên hêzên hewayî yên Îsraîlê nketine xeterê."

    Bi heman mijarî:

    Rûsya û Fransa ji bo hevkariya hevdîtinên Cenewê li hev kir
    Rûsya: Derew e ku em ê Kirimê teqes bikin
    Rûsya dîroka navgîna fezayî ya nû ku li şûna Soyûzê bigire da
    Rûsya: Enqere rawestandina genimê bêbace serast nekiriye
    Rûsya: Bêdengiya çapemeniya welatên rojava ya li hemberî Mûsilê ecêbmayî ye
    Rûsya: Em amade ne piştgiriyeke aktîf bidin Tirkiye û Ermenistanê
    Etîketan:
    Mîxaîl Bogdanov, Îsraîl, Sûriye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de