09:44 18 Tebax 2017
Zindî
    Lokomotiv fans during the Russian Football Premier League championship's round 20 match between FC Lokomotiv (Moscow) and FC Spartak (Moscow)

    Alîgirên Spartak Moskowê bersiva BBCyê da: Blah Blah Channel

    © Sputnik/ Alexander Vilf
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 1461

    Alîgirên Spartak Moskow bi pankartan bersiv da kanala BBCyê ya hewl dide berî Kûpaya Cîhanê ya 2018an hezkerên pêgogê bi holîganên rûs bitirsîne.

    Alîgirên Spartakê duh di pêşbaziya derbiyê ya li gel Lokomotif Moskowê de ji trîbûnan pankartên wiha ji bo BBCyê rakirin ku li ser wan 'Blah Blah Channel' nivîsbû. 'Têgeha 'Blah blah' di ingilîzî de tê wateya gotinên beredayî û tewş.

    "ALÎGIRÊN WELATÊ MEZIN IN"

    Moskowyiyên Spartakî piştî demeke din pankarteke din li dijî BBCyê vekir. Li ser pankarta #WelcomeToRussia2018 vekirina kurtkirina BBCyê wiha hatibû kirin; "Alîgirên Welatê Mezin".

    ​BBCyê belgefilmek li ser bûyera li bajarê Marsîlyayê kişandibû. Par di Şampyoniya Pêgogê ya Ewropayê de ya li Fransayê dihat lidarxistin de bûyer li bajarê Fransayê yê Marsîlyayê pêk hatibû û 30 kes birîndar bûbûn.

    Bi heman mijarî:

    Mêvanên 'pîçûk' a BBCyê bû sedema dîmenên komîk
    RTyê weşanên wek CNN û BBCyê li pey xwe hiştin
    Ji alîgirên Rûsî bo futbolhezên Îngilîz: Baweriyê bi BBCyê neyînin, bibin mêvanê me
    Nûçegihana BBCyê hat berdan
    Zaxarova bertek nîşanî BBCyê da
    Etîketan:
    blah blah, holîgan, pêgog, BBC, Spartak Moskow, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de