07:37 21 Tebax 2017
Zindî
    Dmitriy Peskov

    Peskov: Girêdana Kirimê ya bi ser Rûsyayê ve bû rizgariya Kirimiyan

    © Sputnik/ Sergei Guneev
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 1240

    Berdevkê Kremlînê Peskov diyar kir ku girêdana Kirimê bi ser Rûsyayê ve bû rizgariya niştecihên Kirimê.

    Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov di 3yemîn salvegera girêdana Kirimê ya bi ser Rûsyayê ve de ji bo RBCyê axivî. Peskov dest nîşan kir ku ev geşedana dîrokî ji bo Kirimiyan bû rizgarî û got, "Wek hûn jî dizanin geşdanên li Kirimê ne serkeftinek e. Ev guhertineke dîrokî ye ku dikare bibe rizgariya hemû Kirimiyan û em bedela vê yekê didin."

    ‘MUEYÎDEYÊN KU DIBIN BAR, JI BO ABORIYA RÛSYAYÊ NE DI ASTA KRÎTÎK DE YE'

    Peskov got mueyîdeynên welatên Rojava yên dibin bar, ji bo aboriya Rûsyayê ne di asta krîtîk de ye. Peskov dest nîaşn kir ku bergiriyên sînordarkirinê heta dibin sedema hinek encamên erênî û wisa berdewam kir: "Hûn dizanin di warê xurtkirina kirînê de aliyên wan ên erênî hene. Ev rewş bi rastî jî di hilberîna cotkarî û kar bi kêr tê."

    Referandûma gelê Kirimê ya ji bo girêdana Rûsyayê di 16ê Adara 2014an de hatibû lidarxistin, di 18ê Adara 2014an de jî serokê Kirimê Sergey Aksenov, Şaredarê Sivastopolê yê wê demê Aleksey Çaliy û Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn li Kremlînê peyman îmze kiribûn.

     

    Bi heman mijarî:

    "Me di nav 2 salan de şirketên parastinê yên li Kirimê ji krîzê xilas kir"
    Rûsya: Derew e ku em ê Kirimê teqes bikin
    Rûsya: Teqez encama referandûma Kirimê ji aliyê civaka navdewletî ve dê bê naskirin.
    Sedî 78ê rûsan girêdana Kirimê bi Rûsyayê ve kêrhatî dibînin
    Salvegera sêyemîn a Kirimê ku bi Rûsyayê ve hate girêdan
    Bêtirî yek ji sisiyan ji Almanya û Îtalyayê Kirimê wek beşeke Rûsyayê dibînin
    Etîketan:
    rizgarî, girêdan, Berdevkê Kremlînê, Dmitriy Peskov, Kirim, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de