23:18 18 Cotmeh 2017
Zindî
    Sergey Lavrov - Jean-Marc Ayrault

    Rûsya û Fransa ji bo hevkariya hevdîtinên Cenewê li hev kir

    © REUTERS/ Maxim Shemetov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 1521

    Wezareta Derve ya Rûsyayê di daxuyaniya xwe de ragihand ku ji bo piştî tura hevdîtinên Cenewê yên 23ê Adarê Rûsya û Fransayê li hev kirin.

    Wezareta Derve ya Rûsyayê di daxuyaniya xwe de got: "Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Marc Ayrault ji bo encamên hevdîtinên tura sêyemîn ên aştiya Sûriyeyê ku li paytextê Kazakistanê li Astanayê pêk hatibû bi rêya telefonê axaftinek pêk anîn."

    Di berdewamiya daxuyaniyê de hat gotin ku Lavrov ji hemkarê xwe yê fransî re got: "Em ji pêşveçûnên aştî yên li Astanayê kêfxweş in, hinek welat weke berê nahêlin hêzên çekdar ên muxalif tevlî hevdîtinan bibin û çareseriyê asteng dikin."

    Herdu wezîran ji bo amadehî û organîzeya hevdîtinên aştî yên piştî tura sêyemîn a 23ê Adarê li ser hevkariyê li hev kirin.

    Li gorî daxuyaniyê daxwaza hewldana hevkariyê ji Fransayê hatiye.

    Bi heman mijarî:

    Lavrov: "Normalbûna Rûsya û Tirkiyeyê ne ji bo welatên sêyemîn e"
    Lavrov: Em hewl didin fêm bikin bê çima dijberên çekdar beşdarî Astanayê nabin
    Lavrov û Çavuşoglu pêvajoya Astanayê axivîn
    Lavrov: Cîhan hêdî hêdî dikeve serdema 'piştî Rojava'
    Lavrov: Em ê her li çareseriyeke qebûlbar ji bo Qerebaxê bigerin
    Etîketan:
    Civînên aştî yên Cenewê, Wezîrê Derve yê Fransayê, Wezîrê Derve yê Rûsyayê, Sergey Lavrov, Jean-Marc Ayrault, Fransa, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de