19:19 22 Hezîran 2017
Zindî
    Mariya Zaxarova

    Wezareta Derve ya Rûsyayê stranek diyarî kirimiyan kir

    Sputnik
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 520

    Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova di daxuyaniya xwe de ragihand ku di çarçoveya salvegera 3yemîn a Kirimê ku bi Rûsyayê ve hat girêdan de wezaretê stranek diyarî kirimiyan kir.

    Mariya Zaxarova di daxuyaniya xwe ya Facebookê ya derbarê mijarê de got: "Kirimî, îro her peyv, her bang coşa we ya mezin a ku di Adara 2014an de we bi dest xist nişan dide. Em spasiya we dikin ji bo ku we bawerî bi Rûsyayê anî û we xayîntî bi dîrok û welatê xwe nekir û hûn vegeriyan ser welatê xwe."

    Zaxarova di berdewamiya daxuyaniya xwe de ragihand ku Wezareta Derve ya Rûsyayê stareneke bi navê ‘Sivastopol-Al' diyarî kirimiyan kir. Stran ji terefê xebatkarê wezaretê Vasîliy Haritonov ve hat amadekirin.

    Ji sedî 96.77ê gelê Kirimê di 16ê Adarê 2014an de biryar dabû ku tevlî Rûsyayê bibe û berî 3 salan weke îro Serokwezîrê Kirimê Sergey Aksenov û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn li Kremlînê peymana qebûlkirina Kirimê ya nava Federasyona Rûsyayê îmze kiribûn.

    Bi heman mijarî:

    "Me di nav 2 salan de şirketên parastinê yên li Kirimê ji krîzê xilas kir"
    Rûsya: Derew e ku em ê Kirimê teqes bikin
    Rûsya: Teqez encama referandûma Kirimê ji aliyê civaka navdewletî ve dê bê naskirin.
    Sedî 78ê rûsan girêdana Kirimê bi Rûsyayê ve kêrhatî dibînin
    Salvegera sêyemîn a Kirimê ku bi Rûsyayê ve hate girêdan
    Etîketan:
    Salvegera 3yemîn a Kirimê ku bi Rûsyayê ve hate girêdan, Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê, Mariya Zaxarova, Kirim, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de