08:10 28 Gulan 2017
Zindî
    Valentîna Matviyenko

    Rûsya: Derew e ku em ê Kirimê teqes bikin

    © Sputnik/ Alexey Filippov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 1431

    Serokê Konseya Federasyona Rûsyayê Valentîna Matviyenko ragihand li gorî îdîayên çapemeniyê ku dibêjin wê Kirim were teqeskirin ji rastiyê dûr in û derew e.

    Valentîna Matviyenko di daxuyaniya xwe ya malpera înternetê ya Konseya Federasyona Rûsyayê de got: "Di rojên dawî de li gorî nûçeyên çapameniya biyanî ku dibêjin wê Rûsya li beramberî rakirina mueyîdeyan Kirimê bide ji rastiyê dûr in û derew e. "

    Matviyenko di berdewamiya daxuyaniya xwe de got: "Helwesta înkara ku Kirim bi Rûsyayê ve girêdayî ye her diçe ber bi fêhmkirinekê ve diçe û serdana parlamenterên frensî yên sala 2016an bo nîvgirava Kirimê kedeke mezin li vê helwestê kir."

    Seroka Konseya Federasyonê di dirêjiya daxuyaniya xwe de got: "Di referanduma 16ê Adara 2014an de dengê erê yên ji sedî 96.77 di nasîna navneteweyî ya Kirimê de firsendeke ku ji dest nayê berdan e."

    Bi heman mijarî:

    Matviyenko: Werin em bi telekonferansa zindî rewşa Sûriyê li cîhanê gotûbêj bikin
    Matviyenko: Parlamenterên tirk û rûsî plan dikin serdanek hevpar bo Sûriyeyê li dar bixin
    Ji Matviyenko daxuyaniya operasyona bejayî ya Sûriyeyê
    Matviyenko ji Yildirim re got: "Ji bo başbûna têkiliyan tiştê ji destê me were emê bikin"
    Yildirim wê li Moskovayê bi Matviyenko yê re were ba hev
    Etîketan:
    Mijara Kirimê, Seroka Konseya Federasyona Rûsyayê, Valentîna Matviyenko, Moskow, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de