21:18 28 Gulan 2017
Zindî
    Duma

    Dumaya Rûsî ferman da ku hin dezgehên medya Amerîkî û Ewropî werin kontrolkirin

    © Sputnik/
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 810

    Dumaya Dewletê ya baskê jêr ê Parlamena Rûsyayê ferman da Komîteya Polîtîkayên Enformasyonê ku li gor yasayên Rûsî, çalakiyên dezgehên medyayî yên mîna; Radyoya Ewropaya Azad, Dengê Amerîka û CNNê kontrol bike.

    Di nivîsa fermanê de ku ji aliyê parlamentarê Partiya Yekgirtî ya Rûsyayê Konstantin Zatulin ve hatiye nivîsîn de, tohmetbariyên siyasetmedarên Amerîkî yên li ser Rûsyayê cî digirin.

    Zatulin pêşniyara senatorê Amerîkî Gene Shahin ku ji bo astengkirin û xerabkirina îtibara Russia Today (RT) 14ê Adarê pêşkeşî Wezareta Dadê ya Amerîkayê kiriye bi bîr xistiye û gavên li beremaberî wê pêşniyar dike.

    Di ferman nivîsa Zatulîn de wiha hat gotin: "Piştî hilbijartinên seroktiya Amerîkayê, siyasetmedarên Amerîkî ji gotinê derbasî kirinê bûn."

     

    Bi heman mijarî:

    Helîkopterên Rûsî li Palmîrayê hêza xwe nîşan dan
    Dem û cihê Newroza Wan û Amedê diyar bû
    Şaredarê Îtalî ku dê beşdarî Newroza Amedê bibûya hat dersînorkirin
    Di civîna hevpar de Trump spasî li Almanya û Merkelê kir
    Ji Barzanî bo Newşîrwan Mistefa peyama sersaxiyê
    Portreya navdar a Mao Zedong derdikeve mezadê
    Mîtînga tirkên li Holandayê hat betalkirin
    Bi vekişandina rapora Îsraîlê re li NYyê îstîfa hat
    Etîketan:
    Dumaya Rûsî fermana kontrolkirina medya Amerîkî û Ewropî da, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de