04:46 25 Mijdar 2017
Zindî
    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Pûtîn

    Rûs herî zêde Pûtîn di xewna xwe de dibînin

    © REUTERS/ Maxim Shipenkov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 1230

    Yandexa ku li gorî lêgerînên internetê nexşeyeke xewnan çêkiriye, diyar kir ku tekane kesê rûs di xewna xwe de dibînin bi piranî Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn e.

    Yandex li ser bingehê lêgerînên li wateyên xewnan ên li ser internetê, nexşeya rûsan a xewnan çêkir. Di encama raportê de, lîsteyek ji 20 kesan pêk tê derket holê ku peyva "mirov" li serê lîsteyê bû.

    Herwiha di raportê de hat teqezkirin ku kesê herî zêde rûs di xewna xwe de dibînin, pûtîn e û wiha hat gotin, "tiştê diyar ew e ku tekane kesê rûs di xewnên xwe de dibînin Pûtîn e. Bi piranî Pûtîn li Çeçenistanê tê dîtin."

    ​Ji aliyê din ve, jin û mêr di raportê de cuda hatin senifandin. Li gorî daxuyaniyê, jin di çarçoveya xewnên xwe de herî zêde li peyvên, miorv, pitik, ducanîbûn, masî û yar geriyane lê mêr li peyvên mar, masî, mirov, yar û diran geriyane.

    Bi heman mijarî:

    Merkel 2yê Gulanê li Moskowê bi Pûtîn re dicive
    Pûtîn: Em li dijî hewldanên têkbirina istiqrara navneteweyî ne
    Pûtîn: Bo têkoşîna li dijî terora Sûriyeyê bi Tirkiyeyê re hinek planên me yên din hene
    Pûtîn: Piştgirî dayîna me ya ji bo çareseriya Qerebaxê dê dewam bike
    Pûtîn: Wekî hûn dizanin me nikarîbû Medvedev biparêzin
    Erdogan û Pûtîn çûn serdana Bîrdariya Leşkerên Meçhûl
    Etîketan:
    xewn, Vladîmîr Pûtîn, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de