08:57 25 Adar 2017
Zindî
    Berdevkê Wezareta Berevaniya Rûsyayê İgor Konaşenkov

    Rûsya: Em li benda Pentagonê ne ku daxuyaniyekê derbarê êrîşa li Helebê de bide

    Ministry press service оброны Russian Federation
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 1220

    Berdevkê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê Îgor Konaşenkov got, li bendî wê ne ku Pentagon derbarê êrîşa hewayî ya gundê El Cunihê pêk hatiye û di encamê de gelek kes hatine kuştin daxuyaniyekê bide.

    Konaşenkov derbarê mijarê de bi rojnamevanan re axivî û wiha got, "Ez wiha difikirim ku divê hevkarên me yê DYAyê di demeke kurt de derbarê vê (mijarê) de daxuyaniyekê bidin. Dibe ku bûyerên wiha trajîk ên ku sivîlên bêtawan tê de tên kuştin di her şerî de diqewimin. Lê tiştê duh li gundê Cunihê yê Sûriyeyê pêk hatin, careke din diyar dikin ku berî medyaya rojavayî weşanan li dijî Rûsyayê bie, bila bi profesyonelî karê xwe bike û destnîşan dike ku divê bûyer bi berfirehî were vekolandin."

    Ji aliyê din ve, Konaşenkov derbirî ku tiştên li gundê El Cînahê qewimîn, ji bo ku welatên Rojava medyaya serdest bikar bîne û li dijî Rûsyayê propagandayê bike, bû kêliya biryardayînê û dest nîşan kir ku li qada teqînê perçeyên moşekên AGM-Hellfireê jî hatiye dîtin.

    Konaşenkov got, "hebûna perçeyên moşeka Hellfireyê li cihê bûyerê, êdî ti derfetê ji hevpeymana navdewletî re nahêle ku bê daxuyanî di ser vê bûyerê re derbas bibe."

    Hatibû ragihandin ku bêtirî 50 kesî di êrîşa Mizgefta El Cunihê.

    "BALAFIRÊN DYAYÊ LÊ XISTIYE"

    Çavkaniyeke leşkerî li Helebê bi Sputnikê re axivî û wiha got, hevpeymana DYAyê berpirsyar e ji Mizgefta El Cunihê.

    Heman çavkaniyê wiha got: "Balafirên êrîş pêk anî, yên hevpeymana DYAyê ye. Herêma mizgeft lê ye, ne balafirên Rûsyayê û ne jî ya Sûriyeyê li wir difirin."

    Fermandariya Navendî ya DYAyê (CENTCOM) duh îdia kiribû ku li Idlibê êrîşeke hewayî li dijî xaleke kombûna endamên El Qaîdeyê xistiye. Lê çavdêrên navdewletî ragihandibû ku ew êrîşa li gundê El Cunihê pêk hatiye bi piranî bûye sedema kuştina sivîlan.

    Bi heman mijarî:

    ‘Ermenîstan yekane welat e ku konsolxaneyê wê ya li Helebê dixebite'
    Rûsyayê 8 ton alîkariya însanî şandin Şam û Helebê
    Rûsya: Li nêzîkî Helebê biryargeha El Nusrayê hat tunekirin
    Gihandina alîkariyên mirovî bo Helebê berdewam dike
    DAIŞê xeta avê ya Helebê birî
    Gatilov: DAIŞ rêya dabînkirina ava vexwarinê li ser Helebê dibire
    Leşkerên Rusî bêhtirî 3 ton alîkarî li Helebê belav kir
    Etîketan:
    mizgeft, Îgor Konaşenkov, DYA, Cunih, Sûriye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de