22:48 24 Gulan 2017
Zindî
    Kremlin Sözcüsü Dmitriy Peskov

    Peskov: Kêmkirina kirîna genim a Tirkiye ji Rûsyayê bandorê li têkiliyan neke

    Host photo agency
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 1630

    Berdevkê Kremlînê Dîmîtriy Peskov amaje kir ku kêmkirin kirîna genim a Tirkiyeyê ji Rûsyayê, wê bandorê li ser pêvajoya normalîzebûna têkiliyên herdu welatên navborî neke.

    Peskov, li ser pirsa ‘gelo wê kêmkirin kirîna genim û garisan a  Tirkiyeyê ji Rûsyayê a bêbace têsîrê li têkiliyên herdu welatên navborî bike?' bersiva: ‘Na wê bandorê neke.' da.

    Herwiha li ser pirsa ‘gelo wê qedexeya li ser bacanên sor ên ku ji Tirkiyeyê tên kirîn, bê rakirin?' jî  Peskov amaje kir ku: ‘ Divê hûn vê pirsê ji Wezareta Çandiniyê re bikin.'

    Rojnameya Kommersant di nûçeya xwe de diyar kiribû ku, Tirkiye belgeya ku  desturê dide kirîna bêbace a genim, garis, gulberojk û rûnê wê a ji Rûsyayê betal kiriye.

    Herwiha di nûçeyê de tê diyarkirin ku dibe ku Tirkiye êdî sedî 130 bace ji kirîna genim, garis û gulberojk û rûnê wê ên ku ji Rûsyayê dikire bistîne ku ev tê wateya qedexeya fiîlî ya kirînê.

    Herwiha di dewama nûçeyê de tê amajekirin ku dibe ku Tirkiye li hember qedexeya bacanên sor ên Rûsyayê  gaveke wisa avêtibe.

    Wezareta Ekonomiyê a Rûsyayê diyar kir ku Enqere nûçeya Kommersant piştrast nekiriye.

    Bi heman mijarî:

    Kommersant: Tirkiye îtxalata garis û genimê bêbace yê ji Rûsyayê rawestand
    Etîketan:
    gulberojk, kirîna genim a ji rûsyayê, dmîtriy peskov, rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de