01:49 30 Gulan 2017
Zindî
    Genim

    Rûsya: Enqere rawestandina genimê bêbace serast nekiriye

    © Sputnik/
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 873

    Cîgirê Wezîrê Ekonomî yê Rûsyayê Aleksey Gruzdev di axaftina xwe de ragihand ku Enqereyê rawestandinê genimê bêbace ji Rûsyayê serast nekiriye.

    Cîgirê Wezîrê Ekonomî yê Rûsyayê Aleksey Gruzdev di axaftina xwe de ragihand ku Enqereyê rawestandinê genimê bêbace ji Rûsyayê serast nekiriye.

    Aleksey Gruzdev li ser nûçeya rojnameya Kommersantê ku Tirkiye îtxalata genimê bêbace ji Rûsyayê rawestandiye axivî û got: "Hevdîtinên me bi Wezîrê Ekonomî û Wezîrê Çandinî re çêbûn û behsa tu rawestandin û astengiyan nehatiye kirin. Niha em hewl didin ku vê agahiyê serast bikin."

    Herwiha cîgirê serokê ajansa venêrîn a berhemên çandinî ya Rûsyayê (Rosselhoznadzor) Aleksey Alekseyenko di hevpeyvîna xwe ya ajansa Spûtnîkê de got: "Heta niha agahiyeke ku Tirkiyeyê îtxalata genimê bêbace daye rawestandin wernegirtiye."

    Aleksey Alekseyenko di berdewamiya axaftina xwe de got: "Ne ji îxracatvanên me û ne jî ji berpirsên Tirkiyeyê di vê derbarê de agahî nehatiye girtin."

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Em amade ne piştgiriyeke aktîf bidin Tirkiye û Ermenistanê
    Îzvestiya: Rûsya û Tirkiye buhayê moşeka S-400î diaxivin
    Rûsya: Em hêvî dikin ku Tirkiye li ser cudakirina terorîst û dijberan dixebite
    Pisporê Rûs: Rûsya û Tirkiye di mijara kurdên Sûriyeyê de naxwazin dijayetiya hev bikin
    Uşakov: Rûsya û Tirkiye du şirîkên ewle ne
    Etîketan:
    serokê ajansa venêrîn a berhemên çandinî ya Rûsyayê (Rosselhoznadzor), Cîgirê Wezîrê Ekonomî yê Rûsyayê, Aleksey Alekseyenko, Aleksey Gruzdev, Tirkiye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de