03:02 24 Adar 2017
Zindî
    Genim

    Kommersant: Tirkiye îtxalata garis û genimê bêbace ji Rûsyayê rawestand

    © Sputnik/
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 643

    Li gorî rojnameya Kommersantê, hikûmeta Tirkiyeyê îtxalata genim, garis, dendikê berbiroj û donê bêbace yê ji Rûsyayê rawestand.

    Rojnameya Kommersantê di nûçeya xwe de ragihand ku dibe Tirkiye ji bo îtxalata genim, garis, dendikê berbiroj û donê ji Rûsyayê ji sedî 130 bacê zêde bike. Li gorî nûçeyê ev gav tê wateya qedexekirina fiîlî ya berhemên Rûsyayê.

    Herwiha di nûçeyê de hat gotin ku dibe Tirkiye ev gav ji bo ku Rûsyayê hê destûrdayîna firîngiyê tirk nedaye wan jî serî li tiştekî wiha dabe.

    Hikûmeta Rûsyayê berî hevdîtina Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan a 10ê Adarê li Moskowê qedexeya hinek berhemên wekî qirnebehar, brokolî, benîşt û xwê rakiribû, lê di lîsteyê de firingî tunebû.

    Ji aliyê din ve berpirsên Yekîtiya Genim a Rûsyayê di axaftina xwe ya ajansa Spûtnîkê de gotin: "Heta niha tu agahiyeke fermî ku Tirkiyeyê îtxalata genim ji Rûsyayê rawestandiye negihiştiye ber destê me."

    Tirkiye piştî Misrê herî zêde genim ji Rûsyayê îtxal dike. Tirkiye di Tîrmeha 2016 û Sibata 2017an de nêzîkî 2 milyon ton genim ji Rûsyayê îtxal kir.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Em amade ne piştgiriyeke aktîf bidin Tirkiye û Ermenistanê
    Îzvestiya: Rûsya û Tirkiye buhayê moşeka S-400î diaxivin
    Rûsya: Em hêvî dikin ku Tirkiye li ser cudakirina terorîst û dijberan dixebite
    Rûsya Tirkiye û Îran beşdarî komcivîna Astanayê dibin
    Pisporê Rûs: Rûsya û Tirkiye di mijara kurdên Sûriyeyê de naxwazin dijayetiya hev bikin
    Etîketan:
    Tirkiye îtxalata genim ji Rûsyayê rawestand, Rojnameya Kommersantê, Tirkiye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de