01:33 30 Gulan 2017
Zindî
    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putin

    Pûtîn: Em li dijî hewldanên têkbirina istiqrara navneteweyî ne

    Sputnik
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 1810

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn di merasîma qebûlkirina nameya baweriyê ya Balyozê Tirkiyeyê li Moskowê Huseyin Dirioz de got, "Rûsya li dijî wan bizavan e yên ku hewl didin istiqrara têkiliyên navdewletî xera bikin."

    Pûtîn diyar kir ku ew li dijî hewldanên xerakirin û têkbirina istiqrara têkiliyên navdewletî ne.

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn di merasîma qebûlkirina nameya baweriyê ya Balyozê Tirkiyeyê li Moskowê Huseyin Dirioz de got, "Rûsya li dijî wan bizavan e yên ku hewl didin istiqrara têkiliyên navdewletî xera bikin. Ev bizav dibin sedem ku rageşiya li cîhanê zêde bibe û zemîneke kaotîk çêbibe ku kontrola wê zehmet be.

    DIVÊ REWŞA NAVNETEWEYÎ BÊ BAŞKIRIN

    Herwiha serokê Rûsyayê teqez kir ku divê rewşa navneteweyî bê başkirin.

    Serokê rûs bangî civaka navneteweyî kir ku ji bo çareserkirina kêşeyên reel bi hev re bixebitin û wiha pê de çû:

    Nerîna her welatekî ji bo berjwendiyên xwe yên neteweyî, dîroka xwe û pergala cîhana xwe ya nûjen heye. Divê destnîşan bikim ku Rûsya hertim rêz ji vî tiştî re girtiye. Gava em giringî û nêzîkatiyên xwe di polîtîkaya derve de disepînin, em hewl didin li hevparên xwe guhdarî bikin, giringiyê didin fikirên û bi sebir ji bo peydakirina çareseriyên lihevkirinê dixebitin."

    "JI BO ME, HEVPARÊ BIÇÛK Û MEZIN TINE"

    Ji aliyê din ve, Pûtîn wiha dewam kir: "Ji bo me hevparê biçûk û mezin tine. Her welat hêja ye. Em amade ne ku li ser zemîneke wekhev li ser bingeha rêzgiritina beramber, hevkariyeke avaker diyalogê bikin."

     

    Bi heman mijarî:

    Pûtîn: Bo têkoşîna li dijî terora Sûriyeyê bi Tirkiyeyê re hinek planên me yên din hene
    Pûtîn: Piştgirî dayîna me ya ji bo çareseriya Qerebaxê dê dewam bike
    Pûtîn beşdarbûna yekîneyên Osetyaya Başûr yên bo artêşa Rûsyayê erê kir
    Pûtîn: Wekî hûn dizanin me nikarîbû Medvedev biparêzin
    Pisporê alman: Ewropa ji Pûtîn Erdogan û Trump bifikar in
    Pûtîn ji Netenyahû re: Îranê li gorî bûyerên berî 2500 salî nedarizînin, cîhan guheriye
    Kremlîn: Hewildanên CIAyê yên guhdarkirina Pûtîn ne mijareke nû ye
    Etîketan:
    Vladimir Pûtîn, Huseyin Dirioz, Tirkiye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de