21:55 25 Tîrmeh 2017
Zindî
    Mariya Zaxarova

    Rûsya: Bêdengiya çapemeniya welatên rojava ya li hemberî Mûsilê ecêbmayî ye

    © Sputnik/
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 1811

    Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova civîna xwe ya çapemeniyê ya heftane li dar dixe. Zaxarova behsa bûyerên li bajarê Mûsilê kir û got, “Bêdengiya çapemeniya welatên rojava ya li hemberî bûyeran ecêbmayî ye.”

    Zaxarova li ser beşdarnebûna mixalîfên çekdar ên Sûriyeyê ya ji bo hevdîtinên Astana yên tûra 3yemîn got, ev tê wê wateyê ku ew mixalîf çareseriya pirsgirêkên li welatên xwe naxwazin.

    'LI DIJÎ PÊVAJOYÊN ASTANA Û CENEVEYÊ HEWILDANA DERBEYÊ BÛ'

    Zaxarova diyar kir ku hinceta neçûna mixalîfên çekdar a ji bo Astanayê ‘ne qanîkar e û nayê qebûlkirin' û got, "Ev li dijî pêvajoyên Astana û Ceneveyê hewildana derbeyê ye lê bi ser neketin.

    Zaxarova got, "Bêguman biryara neçûça mixalîfan a ji bo Astanayê ji derve de hatiye beralîkirin."

    ‘BÊDENGIYA ÇAPEMENIYA WELATÊN ROJAVA ECÊBMAYÎ YE'

    Zaxarova ji ber ku tiştên li bajarê Helebê yê Sûriyeyê qewimîn wek manşetê dan lê biawayekî berfirehî cih nedan êşkişandina mirovên li Mûsila ku hêzên Iraqê ji bo ji DAIŞê şûnde bigire operasyon lê da destpêkirin, rexne li çapemeniya welatên Rojava girt.

    Zaxarova got, "Bêdengiya çapemeniya welatên Rojava ya li hemberî bûyerên li Mûsilê ecêbmayî ye."

    ‘TÛRA NÛ YA ASTANAYÊ DI 3 Û 4Ê GULANÊ DE YE'

    Çavkaniyekî ji Wezareta Karên Derve ya Kazakistanê ji bo Sputnikê axivî û got, "Duh agahî hat ku mixalîfên çekdar wê beşdarî hevdîtinan nebin. Li ser vê yekê nûnerên welatên garantorê ji Astanayê veqetiyan."

    Wî çavkanî got tûrê din ên hevdîtinan wê di 3 û 4ê Gulanê de were lidarxistin.

    Sererkanê Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) Ahmed Berrî duh ji bo Sputnikê gotibû mixalîfên çekdar ên Sûriyeyî biryar dane ku wê nûnerên xwe neşînin Astanayê.

    ‘EM LI SER MIJARA KIRIMÊ BI TIRKIYEYÊ HEVDÎTINAN PÊK TÎNIN'

    Zaxarova li ser ferîbotên Tirkiye yên ji Kirimê tên û destûra wan nayên dayîn ku biçin benderên Tirkiyeyê jî got, "Em bi hemkarên xwe yên Tirk re bi hinek rêyan bi awayekî rêkûpêk têkiliyan datînin. Ji ber vê yekê, wek vê mijarê (destûr nedana ferîbotên ji Kirimê tên Tirkiyeyê), em mijarên din ên tevlihek diaxivin."

     

     

    Bi heman mijarî:

    Zaxarova: Biryara YE ya dirêjkirina mueyîdeyan cihê xemgîniyê ye
    Zaxarova: Bila DYAyê daxuyaniyekê ji bo belgeyên Qaseya Daîreya 7an de bide
    Zaxarova: Berçavkên Lavrov siberojê nîşanê me didin
    Zaxarova: Min efû bikin
    Zaxarova: "Îdîayên ku Rûsya li Qeredaxê amadehiya derbeyê dike kampanya reşkirinê ye"
    Zaxarova: Divê em ji xetayên di têkiliyên Rus û Tirk de encamekî derînin
    Etîketan:
    bêdengî, Mûsil, Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê, Mariya Zaxarova, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de