01:31 27 Gulan 2017
Zindî
    Natalya Poklonskaya

    Poklonskaya: Îro referandûm çêbibe, hemû kirimî bibêjin, erê

    © Sputnik/ Andrey Iglov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 1420

    Di çarçoveya salvegera sêyemîn a girêdana Kirimê bi Rûsyayê re, Serdozgera berê ya Kirimê û Parlementera Dumayê Natalya Poklonskaya derbarê mijarê de wiha got, eger îro referandûm li Kirimê çêbibe, 100% ji niştîcihên nîvgiravê dê bibêjin, erê.

    Poklonskaya ji Sputnikê re got, "îro referandûm çêbibe, ez piştrast im ku 100% ji kirimiyan dê dengê erê bidin. Berê her kes ji ber hikûmeta(Ûkraynayê) gelekî nîgeran bû. Di dawiyê de êdî xwe wek li mala xwe his dikin".

    Kirim di 16ê Adara 2017an de, di encama referandûmekê de bi rêjeya 96.77% bi Rûsyayê ve hatibû girêdan.

    "EV SÊ SAL IN, KIRIM BI PÊŞ DE DIÇE"

    Herwiha Poklonskaya destnîşan kir ku Kirimê di sê salên dawî de, armancên xwe yên  di warên civakî, hiqûqî, siyasî û aborî de pêk anîne û teqez kir ku nîvgirava Kirimê bi pêş de ketiye. Poklonskayayê got, "ev bipêşketin, bi çavan tê dîtin. Bexçeyên nû yên Mêweyan, baxên tirî tên çêkirin. Ev tişt di serdema Ûkraynayê de bi dawî bûbûn. Rê tên tamîrkirin, balafirgeh, Pira Kerçê tê avakirin."

    "SIYASETMEDARÊN DEWLETÊN ROJAVAYÎ CAHIL IN"

    Ji aliyê din ve, Poklonskaya got, siyasetmedarên dewletên rojavayî yên tevlîbûna Kirimê bo Rûsyayê wek pêvekirin bi nav dikin cahil in.

    Parlementera Dumayê got, Kirim bi awayekî hiqûqî li Rûsyayê vegeriya, ev gotin, cahiliya wan nîşan dide. Kirimiyan bê şoreş, şer an jî polîtîkayeke xwînî, biryara xwe da. Ti pêvekirin tine, ev ne rast e."

    MUEYIDE, KIRIMÊ ZINDÎ DIGIRIN"

    Derbarê muedeyên dewletên rojavayî de jî, Poklonskayayê diyar kir ku ew mueyide Kirimê zindî dihêle û xelkê diajo ku bi awayekî çalaktir bixebitin.

    Bi heman mijarî:

    Salvegera sêyemîn a Kirimê ku bi Rûsyayê ve hate girêdan
    Bêtirî yek ji sisiyan ji Almanya û Îtalyayê Kirimê wek beşeke Rûsyayê dibînin
    Komara Kirimê: Destpêkirina firînên yekser ên Siûdî wê abluqeya hewayî bişkîne"
    Pêşbirka 'Bedewa Sîvastopol ya 2017an' li Kirimê hat lidarxistin
    Puşkov bersiva Haleyî da: Ne ji bo Kirimê lê ji bo Iraqê bi endîşebin
    Dahata budceya Kirimê li gorî berê du qat zêde bû
    Kremlînê bersiv da Qesra Spî: Em Kirimê nadin Ûkraynayê
    Etîketan:
    referandûm, Natalya Poklonskaya, Ewropa, Kirim, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de