11:23 21 Tebax 2017
Zindî
    Vladimîr Pûtîn

    Pûtîn: Bo têkoşîna li dijî terora Sûriyeyê bi Tirkiyeyê re hinek planên me yên din hene

    Sputnik
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 1510

    Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn got ji bo têkoşîna li dijî terorîzma li Sûriyeyê hinek planên din ên Moskow û Enqereyê hene.

    Pûtîn bi rêûresmekê nameya pêbawerî ya Balyozê Tirkiye yê li Moskowê Huseyin Dirioz qebûl kir û di wê rêûresmê de got, "Têkiliyên me yên bi Tirkiyeyê re bi awayekî pêbawer normalîze dibin. Me di 10ê Adarê li gel Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan hevdîtineke gelekî serkeftî pêk anî. Di vê hevdîtinê de bi taybetî li ser projeyên enerjî yên wekî Herka Tirk û Akkuyuyê hat rawestandin."

    Pûtîn diyar kir ku di heman hevdîtinê de ji bo têkoşîna li dijî terora li Sûriyeyê û çareseriya siyasî tiştên ku di rojên pêş de wê werin kirin jî hat plankirin û got, "Bi saya rola enerjîk a Rûsya û Tirkiyeyê di navbera hêzên hikûmeta Sûriyeyê û mixalîfên çekdar de agirbest pêk hat. Em rola ku Tirkiye ji bo vê yekê dilîze, dizanin û em pîroz dikin. Ev ji bo sazkirina hevdîtinên aşitî yên di mijara Sûriyeyê de bûn alîkar."

    Bi heman mijarî:

    Pûtîn: Piştgirî dayîna me ya ji bo çareseriya Qerebaxê dê dewam bike
    Pûtîn beşdarbûna yekîneyên Osetyaya Başûr yên bo artêşa Rûsyayê erê kir
    Pûtîn: Wekî hûn dizanin me nikarîbû Medvedev biparêzin
    Pisporê alman: Ewropa ji Pûtîn Erdogan û Trump bifikar in
    Serokê Çekyayê: "Ez amade me pêşniyara hevdîtinê li Pûtîn û Trump bikim"
    Pûtîn: Rûsya li şûna serdozgeriyan 'komîteyên dewleta paralel' ava nake
    Erdogan û Pûtîn çûn serdana Bîrdariya Leşkerên Meçhûl
    Etîketan:
    têkoşîna teroê ya li Sûriyeyê, plan, Balyozê Tirkiye yê li Moskowê, Serokdewletê Rûsyayê, Huseyin Dirioz, Vladîmîr Pûtîn, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de