22:20 20 Tebax 2017
Zindî
    Dmitriy Peskov

    Kremlîn: Em ji DYA ji bo Rûsên ku êrîşên sîberê birine ser Yahooyê agahiyan dipên

    Sputnik
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 410

    Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov got ew di derbarê jê 2 sixûr, 4 Rûsên ku di îdianameya li Amerîkayê ji bo lêpirsîna ji ber dizîna agahiyên bikarhênerên Yahoo hatiye amadekirin de li bende agahiya fermî ne.

    Peskov derbirî ku li Amerîkayê di warê êrîşên sîberê yên Yahooyê de tawanbariyên li dijî xebatkarên Serwîsa Ewlehî ya Federala Rûsyayê (FSB) divê wek tawanên li hemberî dewleta Rûsyayê û FSBê neyê dîtin.

    Peskov got, "Wek ku me gelek caran gotiye, FSB jî di nav de tu saziyeke fermî ya Rûsî êrîşa sîberê pêk neaniye" û li ser pirsa meriv dikare bibêje FSB nikare xebatkarên xwe kontrol bike, got, "Ne pêkan e ku ev were gotin."

    ‘EM HÊVÎ DIKIN KU EM Ê AGAHIYEKE FERMÎ BIGIRIN'

    Peskov got ew hîn bûne ku di çarçoveya lêpirsîneke ku li ser êrîşa sîber a di dawiya sala 2014an de li dijî Yahooyê pêk hatiye de xebatkarên FSBê jî di nav de, 4 welatiyên Rûsî hatine tawanbarkirin û ev tişt lê zêde kirin: "Em hêvî dikin ku em ê agahiyeke fermî bigirin. Bi qasî ku ez dizanim bi rêyên fermî me tu agahî negirtine. Ji ber vê yekê mixabin em hûrgiliyan nizanin."

    Peskov her wiha dest nîşan kir ku Rûsya di qada ewlehiya sîberê de her tim amade ye bi destên din re hevkariyê bike.

    Bi heman mijarî:

    Salvegera sêyemîn a Kirimê ku bi Rûsyayê ve hate girêdan
    Stranbêjê herî ciwan ê Eurovisionê li Rûsyayê hatiye dinê
    Hejmara Rûsên ku Rûsyayê wek welatekî hêzdar dibînin zêde dibe
    Fîloya Baltik ê Rûsyayê bi tevlîbûna moşekên S-400î tetbîqat li dar xist
    CIA navnîşanên IPên saziyên li Rûsyayê bikar tîne
    Etîketan:
    Amerîka, tawanbarkirin, agahiyeke fermî, Saziya Ewlehî ya Federal (FSB), Berdevkê Kremlînê, Dmitriy Peskov, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de