01:54 18 Mijdar 2017
Zindî
    Komara Kirimê

    Salvegera sêyemîn a Kirimê ku bi Rûsyayê ve hate girêdan

    © AFP 2017/ VASILY MAXIMOV
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 1330

    Komara Kirimê salvegera sêyemîn a ku bi Rûsyayê ve hate girêdan pîroz dike. Serokwezîrê Komara Kirimê Sergey Aksenov ragiahnd ku ev sê sal zû derbas bûn û me serdema ku em bi Ûkraynayê ve girêdayî bûn ji bîr kir.

    Serokwezîrê Komara Kirimê Sergey Aksenov di çarçoveya salvegera sêyemîn a ku Kirim bi Rûsyayê ve hate girêdan de civîneke çapemenî li dar xist. Aksenov got: "Dema derbasbûyî wek rojekê, wek seetekê zû derbas bû. Ji bom in ev mawe wekî girtin û vekirina qepaxên çavan bû. Kirim îro bi temamî bi Rûsyayê ve girêdayî ye. Însanên vir niha naxwazin wê serdema ku em bi Ûkraynayê ve girêdayî bûn bi bîr bînin. Ew dem wekî xewneke metirsîdar hate jibîrkirin."

    ‘PÊWENDIYÊN KAR ÊN KIRIMÊ ZÊDE DIBIN'

    Cigirê Serokwezîrê Komara Kirimê Georgiy Muradov jî di daxuyaniya xwe de got: "Piştî ku nîvgirav bi Rûsyayê ve hate girêdan pêwendiyên kar ên bi cihanê re bi awayekî berbiçav zêde dibin. Têkiliyên kar ên navneteweyî her sal zêdetir dibin. Ev pêwendî her roj digihîjin asteke nû û hejmara welatên ku dibêjin ji hêla hiqûqî ve Kirimê biryara xwe daye zêdetir dibin."

    GIRÊDAN WÊ BI ÇALAKIYAN WERE PÎROZKIRIN

    Îro li paytextê Simperepol ê Kirimê di çarçoveya girêdana salvegera sêyemîn a bi Rûsyayê re wê meş werin lidarxistin. Li Parlamentoya Kirimê wê pêşangeheke bi navê ‘3 salên Kirim û Rûsyayê ku bi hev re derbas bûn' bi merasîmekê were vekerin. Herwiha li Sivastopolê bi hezaran însan wê bicivin û dîmênê ala Rûsyayê çêbikin û paşî wê konsertek were lidarxistin."

    Bi heman mijarî:

    Parlementerê brîtanî: Kirim beşeke Rûsyayê ye
    Kremlinê ji bo planên DYAyê ên 'Kirim', 'Donbass' û 'mueyideyan' daxuyanî da
    Lavrov: "Kirim a me ye û tiştekî ku aîdî mirov be mirov nikare ji xwe kire bike"
    Piştî Le Penê got, Kirim a Rûsyayê ye, dibe têketina wê ya Ûkraynayê bê qedexekirin
    "Divê Kirim wek beşekî Rûsyayê bimîne"
    Etîketan:
    Salvegera sêyemîn a Kirimê ku bi Rûsyayê ve hat girêdan, Serokwezîrê Komara Kirimê, Georgiy Muradov, Sergey Aksenov, Kirim, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de