01:37 27 Gulan 2017
Zindî
    پره‌یا هه‌ری درێژ کو رووسیا و قرمێ ب هه‌ڤ ڤه‌ گرێ دده‌

    Rosturîzm: Me pêşniyara vekirina xeta turê ya Kirimê li Tirkiyeyê kir

    © Sputnik/
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 711

    Serokê Ajansa Turîzm a Federal a Rûsyayê (Rosturîzm) Oleg Safonov ji bo hevdîtina bi heyeta Tirkiyeyê re ragihand ku me pêşniyara vekirina xeta turê ya Kirimê li Tirkiyeyê kir.

    Serokê Ajansa Turîzm a Federal a Rûsyayê (Rosturîzm) Oleg Safonov di axaftina xwe ya ajansa Spûtnîkê de ji bo serdana heyeta bi serokatiya Cîgirê Wezîrê Çand û Turîzm ê Tirkiyeyê Huseyin Yayman ku serdana Rûsyayê kiribû got: "Me behsa hemû mijarên ku ji bo welatên me bi sûd bû kir. Mijara ewlehî, mafê qanûnî yê hemwelatiyên rûsî û parastina berjewendiyên wan kir."

    ‘HETANÎ 2014AN TUR DIHATIN KIRIN'

    Oleg Safonov di berdewamiya axaftina xwe de got: "Dibe hetanî nîsana pêşiya me de xeta Soçi-Novorossiysk-Yalta-Sivastopol-Stenbolê vedibe. Ev xeteke balkêş û ji bo pêşerojê geşbîn e. Berî 2014an tur li wir dihatin kirin û li gorî baweriya me dê vega jî raxbet bibe. Me bi hevkarên xwe yê bulgarî re jî xeberda û em dixwazin xeteke navneteweyî ku balê bikşîne ava bikin. Ez bawerim bi vê pêşniyarê hevkarên me yên Tirkiyeyê jî kêfxweş bûn. Ji bo nirxandina pêşniyarê hinek dem divê."

    Bi heman mijarî:

    Ji Rosturîzmê bo turîstên rûsî yên li Antalyayê hişyarî
    Rosturîzmê turîstên rûsî yên li Tirkiyeyê hişyar kirin
    Serdena heyeta Rosturîzmê ji bo Tirkiyeyê hat paşxistin
    Serokê ajansa Rosturîzmê yê Rûsyayê serdana Tirkiyeyê dike
    Etîketan:
    Cîgirê Wezîrê Çand û Turîzm ê Tirkiyeyê, Serokê Ajansa Turîzm a Federal a Rûsyayê (Rosturîzm), Huseyin Yayman, Oleg Safonov, Kirim, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de