09:18 28 Adar 2017
Zindî
    Kirim û Ala Kirimê

    Bêtirî yek ji sisiyan ji Almanya û Îtalyayê Kirimê wek beşeke Rûsyayê dibînin

    © Sputnik/ Evgeny Biyatov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 1320

    Lêpirsîna di çarçoveya projeya Nerînên Sputnikê de diyar kir ku bêtirî yek ji sisiyan ji Almanya û Îtalyayê Kirimê wek beşeke Rûsyayê dibînin. 36% ji almanan û 34% ji îtaliyan Kirimê wek beşekî Rûsyayê dibînin. 26% ji brîtaniyên, 23 ji welatiyên DYAyê û 20 ji frensiyên tev li lêkolînê bûne dibêjin ku ew jî wiha difikire.

    Lêkolîn ji aliyê şirketa lêkolînên Global ên TNSê ji bo Spûtnîkê pêk hatin.

    Bi giştî hejmara kesên beşdarî lêkolînê bûne û difkirin ku Kiirm beşek ji Rûsyayê ye û yên berovajî wê difikirin wek hev in. Tenê li Fransayê hejmara kesên nîvgiravê wek beşeke Rûsyayê nabînin zêdetir e.

    Anket
    Anket

     

    Di vê navberê de, alman û bi taybetî ciwanên ku temenên wan di nabera 25-34an difikirin ku Kirim beşeke Rûsyayê ye. Lê li Fransayê ev rewş berovajî ye ku kesên wiha difikirin 3ê yekê temenê wan bêtirî 55-64 salan e.

    Li gel vê, 51% ji DYAyiyan, 48% ji frensiyan, 44% ji brîtaniyan, 34% îtaliyan û 23% ji almanan nekariye bi hêsanî bersiva pirsyarên derbarê Kirimê de bidin.

    Di tarîxa 16-22 Sibatê 2017an ev lêkolîn ji aliyê Şirketa TNSê ya lêkolînên raya giştî ve li Fransa, Almanya, Brîtanya, Îtalya û DYAyê pêk hat û 5132 kes beşdarî wê bûn.

    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de