03:21 26 Hezîran 2017
Zindî
    Şam

    Rûsyayê li ser êrîşên terorîstî yên Şamê daxuyanî da

    © Sputnik/ Michael Alaeddin
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 1111

    Wezareta Derve ya Rûsyayê rûdanên terorîstî yên li Şamê bi tundî şermezar kir û da xuyakirin, hedefa wan çalakiyên terorîstî civînên Astana-3yê ne.

    Di daxuyaniya Wezaretê de wiha hat gotin: "Em ‘çalakiyên hovîtî' yên terorîstan ku civînên Astana-3yê kirine hedef bi tundî şermezar dikin. Em ji malbatên qurbaniyan re hevxemiya xwe pêşkeş dikin û ji birîndaran re selametiyê hêvî dikin."

    Herwiha di daxuyaniyê de hat bîrxistin, daxuyaniya pêşniyara Rûsyayê ya şermezarkirina êrîşa terorîstî ya 11ê Adarê ku li Şamê rû dabû ji aliyên gelek endamên Konseya Ewlekariyê ya NYyê ve nehatiye qebûlkirin.

    'DI CIVAKA NAVDEWLETÎ DE JI BO TERORÎSTAN DUDILÎBÛN HEYE'

    Di daxuyaniyê de hat gotin, "Bi qasî welatên civaka navdewletî êrîşên terorê bi tundî şermezar dikin, di şermezarkirina êrîşên terorîstî yê Sûriyê de ku xelkê Sûriyê tê kuştin dudilîbûnek heye. Ev jî me dixe şik û gumanan ku dixwazin asata gerdunî de terorê têk bibin. Ev nêzîkbûna wan jî rê dide wê yekê ku terorîst êrîşên nû yên xwînî bikin. Herwiha bandora ji hev cudakirina muxalîfên Sûriyê û rêxistinên wekî DAIŞ û (Fetîh El Şam) El Nûsrayê û çalakiyên wan kêm dike."

     

    Bi heman mijarî:

    Pisporê Rûsî: Di polîtîkaya Tirkiyê ya Sûriyê de dudilîbûn xuya dike
    Dan Coats bû Dîrektorê Îstixbarata Netewî ya Amerîkayê
    'DAIŞ amadekariyê dike ku paytexta xwe ji Reqqayê bibe Deyr ez Zorê'
    Hejmara Rûsên ku Rûsyayê wek welatekî hêzdar dibînin zêde dibe
    Amerîka: Li Minbicê çavê me û leşkerên rûsî bi hev ket
    Li Iraqê du teqînên li pey hev: 18 kes mirin
    Fona hevpar a veberhênan a Rûsya û Ermenistanê hate avakirin
    Fîloya Baltik ê Rûsyayê bi tevlîbûna moşekên S-400î tetbîqat li dar xist
    Etîketan:
    Sûriye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de