00:09 30 Adar 2017
Zindî
    Leşkerên tirk li ser rêya navbera Bab û Minbicê

    Pisporê Rûsî: Di polîtîkaya Tirkiyê ya Sûriyê de dudilîbûn xuya dike

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 8120

    Cîgirê Serokê Beşa Tirkiyê ya Enstîtuya Şeqîyatê ya Akademiya Zanistiya Rûsyayê Dr. Andrey Boldirev bi bîr xist ku îhtimal heye dudilîbûna Tirkiyê bandoreke nebaş li ser prosesa Astanayê bike.

    Boldirev ji Spûtnîkê re diyar kir, ‘Niha di polîtîkaya Tirkiyê ya bo Sûriyê de dudilîbûn xuya dike' û got, ‘Li aliyekî li Rihayê bi lîderên muxalefeta Sûriyê re civînan çêdike. Ev jî nîşan dide ku Enqere naxwaze di pêvajoya çareseriyê de bi kurdên Sûriyê re hevkariyê bike. Lê belê ev helwest bi pêvajoya Astanayê re hevdu nagire.'

    Pisporê Rûsî da zanîn ku her çiqas Tirkiye di pêvajoya Astanayê de roleke girîng lîstiye jî niha ew dudîlîbûn zirarê dide pêvajoya Astanayê û têkiliyên bi Îranê re.

    Mamosteyê Enstîtuya Şerqîyetê yê beşa Kurdolojiyê di Akademiya Zanistên Rûsî Dr. Krill Vetyayev jî li ser mijarê bal kişand ser helwesta Tirkiyê ya bo PYDê li Astanayê û wiha axivî:

    "Bi qasî tê dîtin Tirkiyê nekarî nêrîna xwe ya têkoşîna dijî PYDê li Astanayê bide pejirandin. Herwiha Enqere bi ser neket ku bi Moskowê terorîstbûna PYDê bide qebûlkirin. Li ser van binkeftinan biryar da ku bi serê xwe lîstikê bilîze. Divê civîna bi muxalefeta çekdar re ya Rihayê jî wisa bê nirxandin. Helbet ev çalakiyên Enqerê li Moskow û Tehranê pirsnîşanan çêdikin û dihêlin ku baweriya bi Tirkiyê kêm bibe."

     

    Bi heman mijarî:

    Bêtirî yek ji sisiyan ji Almanya û Îtalyayê Kirimê wek beşeke Rûsyayê dibînin
    'DAIŞ amadekariyê dike ku paytexta xwe ji Reqqayê bibe Deyr ez Zorê'
    Hejmara Rûsên ku Rûsyayê wek welatekî hêzdar dibînin zêde dibe
    Amerîka: Li Minbicê çavê me û leşkerên rûsî bi hev ket
    Li Iraqê du teqînên li pey hev: 18 kes mirin
    Fona hevpar a veberhênan a Rûsya û Ermenistanê hate avakirin
    Fîloya Baltik ê Rûsyayê bi tevlîbûna moşekên S-400î tetbîqat li dar xist
    Aksenov: Nerîna welatên rojavayî bi awayekî erênî ji bo Kirimê diguhere
    Etîketan:
    Pisporê Rûsî: Di polîtîkaya Tirkiyê ya Sûriyê de dudilîbûn xuya dike, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de