06:47 29 Gulan 2017
Zindî
    Moskova

    Hejmara Rûsên ku Rûsyayê wek welatekî hêzdar dibînin zêde dibe

    © AFP 2017/ JOEL SAGET
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 802

    Di encama anketa Navenda Lêkolînên Civakî VTSİOMê de derket holê ku hejmara Rûsên ku Rûsyayê wek welatekî bi bandor li seranserê dinyayê dibînin her diçe zêde dibe.

    Li gor anketê sisê ji çarên gelê Rûs Rûsyayê wek welatekî hêzdar di qada navnetewî de dibîne û îsal jî hejmara gihîştiye rêjeya 86%î. Di hejmara kesên ji hêza Rûsyayê bi guman in jî li gor sala borî ji 18%î daketiya 10%ê gelê Rûsî.

    Di rapora encamnameya anketê de wiha hat gotin:

    "Hêviya ku dê di nav 3 salan de welatê me bikeve statuya dewleta super, êdî bûye nêrîneke teqezî. Di sala 2014an de ji 54%ê hemwelatiyên beşdarî anketê bûbûn dihizirîn ku dê Rûsya di nav 15-20 salan de bibe yek ji welatê herî li pêş, lê niha yên ku difikirin Rûsya di wê statuyê de bûne 57%ê hemwelatiyan. Di heyama niha de, 31 ji sedê Rûsan difikire ku dê Rûsya di nav çend deh salan de bibe dewleta super, lê 10 ji sedê wan jî ne xwedî nêrîneke erênî ne."

    Tê diyarkirin ku rastbûna daneyên anketa VTsİOMê ya 2-3ê Adarê bi rêya telefonê bi 200 kesan re pêk aniye, ji 3.5%î derbas nake.

     

    Bi heman mijarî:

    Bêtirî yek ji sisiyan ji Almanya û Îtalyayê Kirimê wek beşeke Rûsyayê dibînin
    Amerîka: Li Minbicê çavê me û leşkerên rûsî bi hev ket
    Li Iraqê du teqînên li pey hev: 18 kes mirin
    Fona hevpar a veberhênan a Rûsya û Ermenistanê hate avakirin
    Fîloya Baltik ê Rûsyayê bi tevlîbûna moşekên S-400î tetbîqat li dar xist
    Aksenov: Nerîna welatên rojavayî bi awayekî erênî ji bo Kirimê diguhere
    Etîketan:
    Rûsya, Moskow, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de