01:26 19 Kanûn 2017
Zindî
    Dijberên sûrî

    Rûsya: Em dipên ku dijberiya çekdar alîkariyê bide ji bo cihên El Nusrayê bên tesbîtkirin

    © REUTERS/
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 10

    Nûnerê Taybet ê Serokatiya Rûsyayê ji bo Astanayê Aleksandr Lavrentyev diyar kir ku hewl didin dijberên çekdar ên Sûriyeyê qanî bikin daku alîkariya wan bikin ji bo cihên Fetih El Şamê ya ku navê wê berê El Nusra bû tesbît bikin.

    Lavrentyev civîneke çapemeniyê li Astanayê li dar xist û tê de wiha got, "em hewl didin dijberiya çekdar a Sûriyeyê qanî bikin daku alîkariyê bidin ji bo em bikarin cihên milîtanên El Nusrayê tesbît bikin."

    "EM TÊRA XWE AGAHÎ JI TIRKIYE Û ÎRANÊ DIGIRIN"

    Herwiha rayedarê rûs destnîşan kir ku xebatên wan ên amadekirina nexşeya herêmên Sûriyeyê yên din bin kontrola dijberên nerme de bi awayekî berfireh berdewam dikin û teqez kir agahiyên pêwîst ji Tirkiye û Îranê digirin.

    Lavrentyev diyar kir ku heyeta Urdunê jî alîkariyê dide ji bo ku nexşe bê çêkirin û wiha dewam kir: "Teqez em ê van alîkariyan berçav bikin. Em wiha difikirin ku dê alîkariya me bikin ku em ewlekariya herêmên di bin kontrola dijberên nerme de dabîn bikin."

    DESTÛRA BINGEHÎN JÎ HAT NÎQAŞKIRIN

    Ji aliyê ve, Lavrentyev diyar kir ku di qonaxa sêyem a Astanayê de, belgeyên guhertina dîlan, mijara damezirandina komiysona destûra bingehîn û pêşnûmaya serîlêdana NYyê ji bo paqijkirina mayinan li Palmîrayê hatin gotûbêjkirin.

    Vladimir Putin - Angela Merkel
    © AFP 2017/ Kirill Kudryavtsev
    CAFERÎ: MIJARA DESTÛR BINGEHÎN NEHAT AXIFTIN

    Lê Serokê Delegasyona Hikûmeta Sûriyeyê Beşar Caferî diyar kir ku komisyona Destûr Bingehîn li Astanayê nehat gotûbêjkirin.

    Caferî diyar kir ku heyeta hikûmetê ev mijar gotûbêj nekiriye û got, tekane mijara em bi Rûsyayê re axivîne, mijara paqijkirina herêmên dîrokî ji mayinan e.

     

    Bi heman mijarî:

    Pentagon: "Rûsya ji bo operasyonên Minbicê Amerîka agahdar dike"
    Kordînasyona Rûsya û Tirkiyeyê ihlalên agirbestê yên li Sûriyeyê kêm dike
    Rûsya û Misir dê çûnûhatina hewayî ji nû ve dest pê bikin
    Rûsya: Em hêvî dikin dijberên çekdar jî beşdarî Astanayê bibin
    Rûsya: Divê êrişa Şamê, ji hevdîtinên Astanayê re nebe astengî
    Rûsya Tirkiye û Îran beşdarî komcivîna Astanayê dibin
    Pisporê Rûs: Rûsya û Tirkiye di mijara kurdên Sûriyeyê de naxwazin dijayetiya hev bikin
    Uşakov: Rûsya û Tirkiye du şirîkên ewle ne
    Etîketan:
    Beşar Caferî, Aleksandr Lavrentyev, Rûsya, Astana, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de