20:29 25 Adar 2017
Zindî
    Margarita Simonyan

    Sîmonyan: Hindik maye li qadên giştî guleyan li rojnamevanên me bireşînin

    © Sputnik/ Mikhail Voskresensky
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 2841

    Gerînendeya Giştî ya Spûtnîk û RTyê Margarita Simonyan îro çarşemê derbarê nûçeyên dibêjin senatorê Partiya Demokrat a DYAyê Jeanne Shaheen dê projeya qanûnekê pêşkêşî Wezareta Dadyê ya DYAyê bike daku karbidestiyên wê ji bo vekolîna RTyê zêde bibin de axivî û destnîşan kir ku McCarthyîtî li DYAyê derdikeve holê.

    Simonyan îro ji Ajansa Spuntikê re axivî û got, "Eger rewş wiha dewam bike, dê di demeke nêz de dest pê bikin ku li qadên giştî guleyan li peyamnêrên me bireşînin. Silav ji senator Joseph McCarthy bo senator Jeanne Shaheenê".

    Hêjayî gotinê ye ku kovara Politicoyê ya amerîkî roja sêşemê ragihandibû ku Shaheenê gotiye, sedem hene ku em bawer bikin, RTnews li gel hikûmeta Rûsyayê dixebite daku agahiyên derew belav bike û xebatên me yên demokratîk asteng bike û teqez kiribû ku mafê raya giştî ya DYAyê heye ku bizane bê rewş çi ye.

    Senatorê Partiya Demokrat a DYAyê Jeanne Shaheen birij de ku projeya qanûnekê pêşkêşî Wezareta Dadê ya DYAyê bile daku bikare binpêkirinên muhtemel ên qanûna tomarkirina ajansên biyanî ji aliyê RTyê ve vekole.

    Ji aliyê din ve, istixbarata DYAyê Rûsya tawanbar kiribû ku destwerdan di hilbijartina serokatiya DYAyê de kiribû.

    Herwiha heyetên istixbarata DYAyê beşeke mezin ji raportên xwe ji bo îdiayên destwerdana Rûsyayê di RT û Sputnikê re veqetandibû lê ew agahî kevin bûn ku vedigeriyan sala 2012an.

    Moskow hemû ew tawanbarkirin red kiribûn û teqez kiribû ku ne niyeta wê heye û ne jî derfetên wê hene ku destwerdana di hilbijartinên DYAyê de bike.

     

    Bi heman mijarî:

    Sîmonyan: 'Parlamenterên brîtanî xwe ji zewqa temaşekirina RTyê bêpar nehiştin'
    Sîmonyan: Parlementerên ingilîzî nexwest ku ji temaşekirina RTyê bêpar bimînin
    Ji Sîmonyan pêşniyara kar bo McFaulê
    Sîmonyan: "Li Brîtanyayê hisabên RTyê hatin blokekirin"
    Etîketan:
    Sputnik, RT, Jeanne Shaheenê, Margarita Simonyan, Joseph McCarthy, DYA, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de