17:47 18 Kanûn 2017
Zindî
    Pergala parastina moşekên S-400î

    Îzvestiya: Rûsya û Tirkiye buhayê moşeka S-400î diaxivin

    © Sputnik/ Dmitry Vinogradov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 31

    Rojnameya Îzvestiyayê di nûçeya xwe de ragihand ku Serokê Rûsyayê Pûtîn û Serokomar Erdogan di hevdîtina xwe ya hefteya borî de şandina pergala parastina moşeka S-400î axivîne.

    Li gorî rojnameya Îzvestiya ya rûsî Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di hevdîtina xwe ya hefteya borî li Moskowê de şandina pergala parstina moşekên S-400î axivin û niha herdu serok bi pêvajoya îmzekirina peymanê ve eleqedar in.
    Herwiha Berdevkê Ofîsa Çapamenî ya Kremlînê Dmitriy Peskov jî ev agahî serast kir û di axaftina xwe de gotibû: Di mijara pergala parastinê de aliyê rûsî ne li dijî hevkariya bi Tirkiyeyê re ye. Herdu alî jî bi vê re eleqedar dibin û hevdîtin dewam dikin."

    Ji aliyê din ve ji xeyrî Peskov Wezîrê Parastin ê Rûsyayê Sergey Şoygu jî hevdîtin serast kir û ragihand ku mijara îmzekirina peymana S-400î li Kremlînê di navbera Pûtîn û Erdogan de tê nirxandin.
    Li gorî rojnameya Îzvestiyayê aliyê Tirkiyeyê niha dixwaze buhayê peymana S-400î fêr bibe.

    Wekî din CEOyê şirketa parastin a rûsî ya Rostecê Sergey Çemezov ragihandi bû ku ji bo standina pergala S-400î Tirkiye ji bo krediyê bi aliyê Rûsyayê re hevdîtinan dimeşîne. Heke Tirkiye bataryayên S-400î bistîne ne wê nebe yekemîn welatê endamê NATO ku vê pergalê distîne. Lewra li Girava Girit a Yûnanistanê jî pergala parastina moşekên S-300î heye.

    Welatê pêşî ku ji bo pergala S-400î bi Rûsyayê re peyman îmze kir Çîn û welatê duyemîn jî Hindistan e.

    Bi heman mijarî:

    Moşekên S-400 li Moskowê amadeyi peywira xwe ne
    Moşekên S-400 li Moskowê dest bi wezîfê kirin
    Bahreyn bi sîstemên S-300 û S-400 ên Rûs re elqeder dibin
    Yekîneyên Kirimê S-400 wergirtin
    Îsraîl: ‘Moşekên S-400 yên li Sûriyeyê ji bo me metirsiyê çênakin'
    Etîketan:
    Pergala parastina moşekên S-400î, CEOyê şirketa parastin a rûsî ya Rostecê, Wezîrê Parastin ê Rûsyayê, Berdevkê Ofîsa Çapamenî ya Kremlînê, Sergey Şoygu, Sergey Çemezov, Dmitriy Peskov, Tirkiye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de