04:38 25 Mijdar 2017
Zindî
    Belgeyên CIAyê ku WikiLeaksê derxistine holê

    Daîreya Qaseyê 7: CIA çima pêdivî bi IPyên polîsên Rûsî dibîne?

    © AFP 2017/ SAUL LOEB
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 1532

    Nivîskarê Spûtnîkê Andrey Veselov ket pey şopa Rûsyayê di nav belgeyên Wikileaksê yên ku bêhtirî 8 hezar belgeyên nepenî yên Teşkîlata Agahîstandinê ya Navendî ya Amerîkayê (CIA) belav kiriye. Veselov diyar kir ku di belgeyan de, navên saziyên wekî Wezareta Navxweyî ya Rûsyayê û Akademiya Zanistan a Rûsyayê jî derbas dibe.

    Veselov di nivîsa xwe ya li ser belgeyên Wikileaksê de balê dikişîne ser babetên balkêş û piştperdeya operasyonên hackerên CIAyê yên li welatên cuda yên dinyayê pêk anîne vedibêje.

    Veselov herwiha awayê bikaranîna edresên IPyên dam û dezgehên Rûsî jî bi xwendekarên xwe re parve kir.

    Veselov di nivîsa xwe de ev agahî parve kirin:

    Wikileaksê belgeyên li ser xebatên CIAyê weşand. Em rûbirûyî rewşeke nedîtî ne. Lewra daneyên bi navê Daîreya Qaseyê 7 ji raya giştî re hatine belavkirin, (arşîva şîfrekirî ya îstixbarata Amerîkayê) rê dide wê yekê ku ji tawanbaran, heta xwendekaran her kes wê arşîvê bikar bîne.

    Pircurebûna derfetan balkêş e. Dikare vîrusan belav bike û bi rêya komputereke xwedî sepana Windowsê ji dûr ve kontrol bike. Heman tişt dikare li ser iphone, Ipad û navgînên IOSê jî were kirin. Wêne, maîl, lêgerîn û peyamên li ser telefonên jîrik ên Android jî dikarin bên şopandin û kontrolkirin.

    Belgeyên CIAyê yên ku Wikileaksê îfşa kirine
    © Foto: WikiLeaks
    Belgeyên CIAyê yên ku Wikileaksê îfşa kirine

    ‘TELEVIZYONÊN JÎRIK GIRTÎ BIN JÎ DIKARIN AXAFTINÊN LI WIR TÊNE KIRIN TOMAR BIKIN'

    Bernameya ‘Weeping Angels' a ku CIAyê digel îstixbarata Îngilîz MI5ê pêş xistiye jî xwedî taybetmendiyeke cuda ye. ‘Angels' dikeve nav televizyonên jîrik û dema TV asê be jî dikare axaftinên kesên derdorê tomar bike û ji ser înternetê ji komputerên pêşkeşvanî yên îstixbarata Amerîkayê re bişîne.

    Di Cotmeha sala 2014an de ew fikrê ku CIA vîrusan bişîne nav wesayîtên ticarî û qemyonên barhilgir derxistin holê. Baş nayê têgihiştin bê bi çi mebestê di belgeyan de cî dane vê yekê. Lê belê 2 îhtimal hene: Yan wesayît dikeve diruvê casûsan û agahiyan digihîne yan jî bi vê rêyê felaketa trafîkê tê pêkanîn.

    ‘CIA'YÊ ÇEKÊN XWE YÊN KU WIKILEAKS'Ê ÎFŞA KIRIN JI DEST DAN'

    Apple'yê ragihand ku piştî belavkirina belgeyan, ‘Beşek mezin ji kiryarên hackerên CIAyê yên li dijî êrîşan bikar dianî demode bûn û rewaca dawî ya IOSê jî ji dewrê hat derxistin'. Ji Samsung û Microsoftê jî daxuyaniyên bi wî rengî hatin.

    Di her şertî de, her çiqas ev berê nehatibe kirin jî piştî îfşakirinê kêmasî di demeke kurt de hatin rakirin. Ev jî tê wê wateyê ku CIAyê çekên xwe yên îstixbaratê yên bi bernameya Wikileaksê hatine weşandin ji dest dane.

    ‘YEK JI NAVENDEKE GIRÎNG A HACKERAN LI ALMANYAYÊ YE'

    Derdikeve holê ku di nav belgeyan de tê gotin, yek ji bingeha navendî ya hackerên CIAyê li bajarê Frankfurt ê Almanyayê ku di bin sîwana konsolxaneya Amerîkî de xizmetê dide. Gelek bernameyên bi meqseda xerab tam jî li vê derê hatin pêşxistin û DYAyê operasyonên xwe yên sîber yên ser Ewropa, Rojhilata Navîn û Afrîkayê ji vir pêkanîn.

    Ev konsolxaneyeke gelekî balkêş e. Tenê çend konsolxaneyên DYAyê bi mezinahiya xwe vê derbas dikin. Li gor rojnameya Frankfurter Allgemeine Zeitungê di vê konsolxaneyê de nêzî hezar kesan kar dikin û dora qadeke 9 hektaran bi bilindiya 4 metre ya telên dirî hatiye pêçan.

    ‘AMERÎKIYÊN LI FRANKFURTÊ JI BO ÎSTIXBARATÊ DIXEBITIN'

    Yek ji rojnameyeke din a Almanî Süddeutsche Zeitung jî nivîsand ku Amerîkî li Frankfurt û derdora wê toreke kompaniyên paravan pêk anîne û bi dizî xizmeta îstixbarata Amerîkî dikin.

    Bi sererastkirineke taybet a yasayî pêşî li astengiyên li ber xebata hackeran hat girtin. Wek balyozxaneyê ev der ne erda Amerîkayê ye û yasaya destwerdana jiyana taybet jî di nav de yasayên Amerîkî li vir derbas nabin.

    Ji aliyê din derfeta destnedana dîplomatîk û kontrola ajanên CIAyê li rêzikên Almanî jî nehatiye hiştin.

    ‘ARŞÎVA PROJEYA UMBRAGE XWEDÎ TAYBETIYEKÊ YE'

    Di nav belgeyên hatine îfşakirin de, arşîva projeya UMBRAGE xwedî cihekî taybet e. Lewra CIAyê bi vê projeyê tevî metodên xebata hemû komên hackeran û ‘şûntiliyan' agahî berhev kirin û ev ji xwe re bikaranîn. Bi vî awayî jî ajanên CIAyê bi êrîşên xwe şuntiliyên hackerên din li pey xwe hiştin.

    Di daxuyaniya fermî ya Wikileaksê de tê gotin, CIAyê bi vîrusên ku li ser komputerên cihên cuda yên dinyayê, komkirineke êrîşên teknolojiyê ava kiriye.

    Ji bo ku daxilbûna ajanên CIAyê û hikûmeta Amerîkî ya di van operasyonan de, ji hêla krîmînalî ve neyê tesbîtkirin, diviyabû şopên wan werin paqijkirin. Ji bo vê jî fermaneke ‘divê çi bê kirin û çi neyê kirin' a taybet hat amadekirin. Bi vî awayî jî nepêkaniya tesbîtkirina derxistina holê ya kesên ev êrîş kirine çêbû.

    Belgeyên CIAyê yên ku Wikileaksê îfşa kirine
    © Foto: WikiLeaks
    Belgeyên CIAyê yên ku Wikileaksê îfşa kirine

    'SHAMOON DI ÊRÎŞÊN KOMPANIYÊN SIÛDÎ Û QETERÊ DE HAT BIKARANÎN'

    CIAyê nivîsbariya Rebound a bernameya Shamoon bikar anî. Bi rêya bernameya Shamoon di sala 2012an de, êrîş li ser sîstemên komputerên kompaniya petrolê ya Siûdî Saudî Aramco û kompaniya gazê ya Qeterê RasGasê hat kirin. Wê demê Washingtonê da xuyakirin ku bernameya navborî bi eslê xwe îranî ye. Tehranê sûcdarî qebûl nekirin û daxwaza lêpirsîneke navnetewî kir.

    Nayê zanîn bê ev bername destpêkê ya kî ye. Dibe ku bi rastî jî li Îranê hatibe çêkirin. Di koda wê de remzeke vêketî ya ala Amerîkî hebû û li gor pisporên ‘Laboratuara Kaspersky' ev kod, xwedî kalîfikasyoneke zêde ye û nabe ji aliyê kesên nivîsbariyan nizanin çêkin ve hatibe pêşxistin.

    Bi alîkariya rewaca nû ya Shamoonê di Mijdara 2016an û Rêbendana 2017an de car din êrîş li ser dezgehên Siûdî hat kirin.

    Belgeyên CIAyê yên ku Wikileaksê îfşa kirine
    © Foto: WikiLeaks
    Belgeyên CIAyê yên ku Wikileaksê îfşa kirine

    'CIA DIKARE BI SER IP'YÊN LI WELATÊN DIN ÊRÎŞAN BIKE'

    Di nav belgeyên hatine weşandin de, yek ji hurgiliya herî balkêş jî di destê ajanên CIAyê de hebûna lîsteyên IPyên berfireh ên welatên cuda bû. Bi vî awayî jî êrîş ne ji ser Amerîkayê, lê ji ser welatên din xuya dikirin. Bo nimûne; rojnamevanên Bulgarî li Sofyayê 150 navnîşan jimartin. Ev navnîşanên kompaniyên telekomunîkasyonê, kompaniyên xizmeta înternetê, banke û zanîngehan bûn.

    'NAVNÎŞANÊN IP'YÊN RÛSYAYÊ JÎ HENE'

    Di vê lîsteyê de edresên ji Rûsyayê jî hene. Ev aîdê çend beşên cuda yên Akademîya Zanistên Rûsî, kompaniyên telekomînîkasyonê MTS, Sibirtelekom, Sinterra û heta navnîşanên Wezareta Navxweyî ya Rûsyayê.

    Li dawiya sala 2016an karê şêlandinê ya hackerên Rûsî ya reklamkariya înternetê di medyayê de karvedaneke mezin çêkir. Hackeran IPyên Gruba Kompaniyên MMK a Metalurjiyê bikar anîbû. Lêpirsîn ji aliyê kompaniya taybet a Amerîkî White Ops ve hat kirin û encamên wê hatin weşandin. MMKê bi tundî li dijî vê derket: maweyeke dirêje kompanî wan navnîşanan bikar nayîne. Herwiha hin navnîşanên IPyên kompaniyê rezerv kiribûn, jî bi awayekî bê raye li nav erdên Amerîkayê ji aliyên kesên nediyar ve hatin bikaranîn.

    'DI MEDYAYÊ DE ŞOPA RÛSAN MA'

    Her çiqas îdia hatibin redkirin jî fêdeya wê çênebû û ‘şopa Rûsan' di medyayê de ma. Heke li ser êrîşên dijî dezgehên hikûmeta Amerîkî navnîşanên Wezareta Navxweyî ya Rûsyayê derketibûna holê, dê di lêpirsînên taybet û fermî de skandalek pêk bihata. Heta hewleke mîna wê çêbû jî; Hikûmeta Amerîkayê di Berfanbara 2016an de, raporeke ku hin navnîşanên girêdayî hackerên Rûsî tê de cî digirin û çend navnîşanên gumanbar hatin weşandin.

    Digel vê jî çavderan bal kişand ser ku ji nîvê wan bêhtirê navnîşanan dewreyên parastî yên Tor in ku ev jî tê wateya ku ji aliyê bi sedan heta bi hezaran kesan ve hatine bikaranîn.

    Belgeyên CIAyê yên ku Wikileaksê îfşa kirine
    © Foto: WikiLeaks
    Belgeyên CIAyê yên ku Wikileaksê îfşa kirine

    'TERORÎST JI BO CIA'YÊ NE HEDEF IN'

    Di nav belgeyên WikiLeaksê de, anketeke ku her endamê îstixbarata sîber beriya operasyonê tije dike jî heye. Di anketê de cureyê sîstema komputerê ya bê têkbirin, daneyên pêwîst ku werin wergirtin û bikaranîna cureyê virusê hatiye plankirin. Li vir divê mebesta êrîşê jî were diyarkirin.

    Di nav hedefên di anketê de hatine diyarkirin de, tenê terorîst, tundrew û tawanbar cî nagirin. Tenê wek hedef, ‘ajan', ‘Saziyên îstixbarata biyanî', ‘hikumetên biyanî', ‘rêveberiyên sîstemê' û ‘armancên teknîkî' têne diyarkirin.

    Îhtimal e ku (wek mirovên din, telefon, komputer, tablet û yên TVyê bikar tînin) terorîst jî dibe ku di beşa ‘yên din' de cî digirin. Lê belê nebûna beşeke wisa ya cuda, armancên serekî yên rêveberiyê bi awayekî eşkere nîşan dide.

     

    Bi heman mijarî:

    Yildirim: Deftera pêvajoya çareseriyê hat girtin
    Yanûkovych: Mijara nas kirina xweseriya Donbasê divê bi referandûmê bê çareserkirin
    Serdozgeriya Rûsî: Hîn sedema ketina Tu-154ê nehatiye diyarkirin
    Peskov: Em rêveberiyeke dikare têkoşîna terorê bike ji bo Libyayê dixwazin
    Fransa: Pêwîste em amade bin pêwendiyên digel Rûsyayê vegerînin berê
    'WADA bûye kolika mirîşkan a ku rovî wê diparêze'
    Li ser sînorê Sûriyeyê mayin teqiya: 2 leşkerên tirk birîndar bûn
    Etîketan:
    Belgeyên CIAyê yên ku Wikileaksê îfşa kirine, Amerîka, rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de