21:55 25 Tîrmeh 2017
Zindî
    Dmitriy Peskov

    Peskov ji bo belgefilmê CNNê yê 'Xurttirîn mirovê cîhanê": Em şaşwaz nekirin

    © Sputnik/ Natalia Seliverstova
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 1331

    Berdevkê Kremlinê Dmitriy Peskov derbarê belgefilmê CNNê yê bi îmzeyê Fareed Zakariayê yê dijî Serokê dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn ku bi navê 'Xurttirîn mirovê cîhanê' hatibû amadekirin de wiha got, em şaşwaz nekirin.

    CNNê di saetên bi şevê de dest bi weşana belgefilmê navborî kir.

    Belgefilmê ku bi hatina Pûtîn a bo desthilatê dest pê dike, behsa têkiliya serokê rûs bi Serokê DYAyê yê berê George W. Bush û Wezîra Derve ya DYAyê ya berê Hillary Clintonê re dike. Herwiha belgefilm behsa îdiayên destwerdana Rûsyayê di hilbijartên DYAyê de jî dike.

    "HER TIŞT WEK TEXMÎNA ME BÛ"

    Peskov derbarê belgefilmî de bi rojnamevanan re axivî û wiha got: Ji ber belgefilmê Vladimir Vladimiroviç bi şevê hat weşandin, me nekarî lê temaşe bikim. Bi qasî min ji çapemeniyê xwendiye, her tişt wek texmîna me ye. Ti agahiyeke hêja di vî belgefilmî de tine; li ser nerînên bêbingeh û bi fonên hestbar û hîsterîk hatiye çêkirin."

    Herwiha berdevkê Kremlinê teqez kir ku armanca beglefilmî ew e ku Rûsyayê wek şeytanî destnîşan bike.

    Rojnamevan Zakaria derbarê belgefilmî de wiha got: "Vladîmîr Pûtîn baş ji me fêm dike. Lê ev hemû pirseke giring bi xwe re tînin; Em û Serokê DYAyê Donald Trump bi rastî Pûtîn fêm dikin?"

    Bi heman mijarî:

    Peskov: Hemû balyozên Rûsyayê ên li cîhanê vê yekê dikin
    Peskov: Sedema hîsteriya li dijî Rûsyayê nûçeyên derew e
    Peskov: Pûtîn û Erdogan wê kordînasyona leşkerî ya Sûriyeyê biaxivin
    Peskov: Em ji ceribandinên moşekên balîstîk a Koreya Bakur bi fikar in
    Peskov: Dibe ku piştî Pûtîn jinek bê serê dewletê
    Peskov: ‘Bo îade kirina Snowden em bi Amerîkayê re neaxivî ne'
    Etîketan:
    CNN, Hillary Clinton, George W. Bush, Vladimir Vladimiroviç, Dmitriy Peskov, DYA, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de