18:31 24 Gulan 2017
Zindî
    Firoka cengawerî MiG-35 li Pêşangeha Navnetewî ya Firokan-2015 li bajarê derdora Moskowê-Jûkovskê

    Lazer li balafirên Mig-35ê zêdekirin

    © Sputnik/ Maksim Blinov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 5281

    Serpereştê giştî yê koorporasyona balafirên`MiG`ê Ilya Tarasenko ragihand ku nûjentirîn balafira şerî ya MiG-35ê dikare hemû cûrên cebilxaneyên ezmanî û ji nav wan çekê lazer jî, bi kar bîne.

    Fermanderê giştî yê hêzên ezmanî yên Rûsyayê ceneral Viktor Bondarev berî niha ragihandibû ku dibe çekên lazer di balafirên MiG-35 de bên bikaranîn.

    Ilya Tarasenko derbarê mijarê de wiha got, pîlotên Hêzên Ezmanî yên Rûsyayê yên ku balafirên MiG-29 diajon ji bo bikarin balafira MiG-35 bifirînin, dê bêtir bên perwerdekirin. Herwiha, Tarasenko got ku ezmûnkirna nûjentirîn balafirên şerî dê nêzîkî du salan dirêj bike.

    Ji aliyê din ve, cîgirê serpireştê kovara ` Arsenalê Welêt` Dmîtrî Drozdenko di hevpeyvîna bi Sputnik re şirove kir bê çekên lazer yê di balafirên şerî yên sivik de tên danîn dikarin bi çi erkan rabin.

    Drozdenko derbarê mijarê de wiha got, ``çavên` teknolojiya balafiran ya hemedem cûrên cuda yên ronahiyê û elektroniyê ne. Çekên lazer dikarin van pêkhateyan ji nav bibe û destwerdaneke mezin dirust bike. Li vir ne behsa wan lazeran dikim ên ku `di şerê stêrkan de` keştiyan wêran dikin, ji ber ku ji bo van lazeran ne balafirên biçûk pêwîst in. balafirên biçûk tenê dikarin zirareke mezin li elektroniyê bikin`.

    POTANSYELEKE MEZIN A FIRTONÊ HEYE

    Ji aliyê din ve, pispor dibêjin, balafirên MiG-35 xwedî potensiyeleke mezin a firotinê ne. Hindistan. Kazaxistan, Perû û welatên din dikarin jimarek mezin ji van balafiran bikirin.

    Bi heman mijarî:

    Stoltenberg: Em hewil didin pêwendiyên bi Rûsyayê re bipêş bixin
    Parlementerê brîtanî: Kirim beşeke Rûsyayê ye
    Endamê serokkomariyê Fillon: Mueyîdeyên li ser Rûsyayê şaşî ne
    Balyozê Tirkiyeyê li Rûsyayê: Dibe em pergalên S-400î ji Rûsyayê bikirin
    Johnson: Derbarê êrîşên siber ên Rûsyayê de di destê me de tu delîl tunin
    Peskov: Sedema hîsteriya li dijî Rûsyayê nûçeyên derew e
    Etîketan:
    zêde, lazer, balafir, Viktor Bondarev, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de