23:39 27 Nîsan 2017
Zindî
    balafira rûsî-rûs-balafir

    Rûsya û Misir çûnûhatina hewayî ji ve dest bikin

    © Sputnik/ Maksim Blinov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 28103

    Seroka Encûmana Şêwirmendên Federasyona Rûsyayê Valentîna Matvienko piştî bi rêberê Misirê re civiya, ragihand ku Moskow û Qahîra her û her bêtir nêzîk dibin daku veguhestina hewayî di nav xwe de ji nû ve bidin destpêkirin.

    Seroka Encûmana Şêwirmendên Federasyona Rûsyayê Valentîna Matvienko bi rêberê Misrê re civiya û piştî wê ragihand ku Moskow û Qahîre her û her bêtir nêzîk dibin ji bo veguhestina hewayî di nav xwe de ji nû ve bidin destpêkirin û wiha got: Karekî mezin ji bo cîbicîkirna plana hevbeş ya derbarê misogerkirna asayîşa li balafirgehan hatiye kirin. 90 ji sedî ji planan hatiye cîbicîkirin. "

    Herwiha Matvienko diyar kir ku Rûsya li bendî îşaretekê ne ji aliyê Misrê ku her çar xalên vê planê yên mane pêk bînin û got: Yekser piştî vê yekê koma pisporên rûsî dê serdana Misirê bike û encamê dawî pêşkêş bike."

    Seroka Encûmana Şêwirmendên Federasyona Rûsyayê nîşan kir ku Moskow "piştî mezintirîn bela di dîroka welêt de nikare çavên xwe hetanî li ser pirsên herî biçûk di ware asayişê de bigire."

    "JI BO TÊKOŞÎNA LI DIJÎ TERORÊ AMADE NE"

    Ji aliyê din ve, Şanda Encûmana Şêwirmendên Federasyona Rûsyayê bi serokatiya seroka Encûmanê serdana Misirê kir. Herdû aliyan teqez kir ku ew ji bo hevkariya têkoşîna dijî terorîzmê û herwiha hevkariya di warê geştiyariyê de amade ne.

    Veguhestina Hewayî di navbera Rûsya û Misirê de meha Mijdarê sala 2015an piştî ketina balafira rêwiyan a rûsî li Nîvgirava Sînayê hat birîn. Hemû 217 kesên ku tê de bûn li gel 7 endamên tîma wê hatibûn kuştin.

    Ajasna Istixbarata Rûsyayê ev bûyer wek çalakiyek terorîstî da zanîn. Lêkolîn li vê bûyerê hîn berdewam dike. Rûsya wek mercê ji bo nûkirna veguhestina hewayî bi Misirê re, daxwaz kir ku bergiriyên asayişê li balafirgehên welatî baş bên qayimkirin.

    Wek cîgirê yekem yê serperişt ê komîteya Encûmana Şêwirmedan ji bo pêwendiyên nêvdewletî Vladîmîr Jabarov dibêje, hûrgiliyên derbarê her çar xalên dawîn yên plana ku Misir divê pêk bîne, jib er pirsên asayîşî nayên ragihandin.

    Jabarov di hevpeyvîna bi radyoya Sputnik re got ku `Deme em bi serokê Misrê birêz Abdul Fatah el-Sîsî re civyan, wî ji me xwest em hûrgilyan eşkere nekin daku terrorist derbarê wan de tiştekî nizanibin. Ev xal dê di demek nêzîk de bên pêkanîn`.

    Ji aliyê din ve, `Qahîra pir hewl dide ji bo erkên xwe bîne cih. Hemû nûnerên desthilata Misrê pir dixwazin ku çûnûhatinaa hewayî bi Rûsyayê re ji nû ve dest pê bike. Ne dûr e ku heta dawiya vê mehê hemû pirsên girêdayî bi vê mijarê ve bên çareserkirin`.

    TERORÎST HEWL DIDIN HEYFA XWE JI RÛSYAYÊ HILÎNIN

    Herwiha siyasetmeder destnîşan kir ku divê ti guman li ser asayîşa welatiyên Rûsyayê tune be.

    Vladimir Jabarov weha gotina xwe bi dawî kir: ` Hinek ji nûnerên fermî yên Misrê ji me re got ku balafirên kompaniyên cîhanî yên mezin tên ba me. Lê ji ber ku Rûsya bi tenê têkoşînê bi terorîstan re dike, terroristên nêvdewletî hewl didin tola xwe jê hilînin. Lewra divê karekî taybet di vî warî de bê kirin. Divê ti guman li ser asayişê nemînin`.

    Bi heman mijarî:

    Misrê rexne li biryara vetokirî ya NYyê girt
    Serokê Misrê yê berê Husnu Mubarek beraet kir
    Rûsya bi 20 milyon dolaran herêma kar li Misrê ava dike
    '4 milyon kurd li Misrê hene'
    Şandeke rûsî amadekariyê dike ku piştî deh salan serdana Misrê bike
    DAIŞê ji Sinaya Misrê moşek avêtin Îsraîlê
    Misrê hemû malbata Mursî xiste ‘lîsteya terorîstî'
    Etîketan:
    hewayî, veguhestin, terorîzm, hevkarî, destpêkirin, firîn, Valentîna Matvienko, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de