18:42 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Civata Ewlekarî ya NY

    Rûsya: Pêşhukmîya endamên KENYê dê bibe sedema encamên xeter

    © AP Photo/ Frank Franklin II
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 232

    Wezareta Derve ya Rûsyayê ragihand ku hin endamên Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî (KENY) yên welatên rojava bi pêşhukmî nêzîkî krîza Sûriyeyê dibin. Wezaretê diyar kir ku dê ev helwest encamên xeter bixwe re bîne.

    Wezareta Rûsyayê bal kişand ser êrîşa terorîstî ya Şamê ku Rûsyayê bi pêşniyarekê pêşkeşî KENYê kiriye û got, êrîş bi ‘standardeke cuda' hatiye nirxandin.

    'KENY LI SER MIJARA SÛRIYÊ LI HEV NAKE'

    Wezareta Derve bi bîr xist, ‘Mixabin KENY gelek caran li ser mijara Sûriyê li hev nake' û wiha pê de çû: "Pêşhukmiya hin endamên KENYê yên welatên rojava bû asteng jê re ku li ser pêşnûmaya êrîşa terorîstî ya Şamê lihevkirin çêbibe. Dê ev helwest encamên xeter bi xwe bîne."

    Di êrîşa bombeyî ya ku roja şemiyê rû dabû de, bi kêmî 74 kesan jiyana xwe ji dest dabû.

     

    Bi heman mijarî:

    Stoltenberg: Em hewil didin pêwendiyên bi Rûsyayê re bipêş bixin
    Esad: Amerîka Ewropa û Îsraîl piştgirî didin terorîstan
    Parlementerê brîtanî: Kirim beşeke Rûsyayê ye
    Merkel piştgirî da Holandayê
    Rêveberiya xweser ji bo standina rûxsetê 24 saet mohlet da partiyên siyasî
    Esad: Ne NY wê gelê Sûriyeyê biryara pêşeroja min bide
    Etîketan:
    Rûsya: Pêşhukmîya endamên KENYê dê bibe sedema encamên xeter, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de