21:28 30 Adar 2017
Zindî
    Artêşa Sûriyeyê - heleb

    Balyozê tirk ê li Moskowê: Em hûrgiliyên plana Trump ya herêma ewle ya li Sûriyeyê nizanin

    © AFP 2017/ George Ourfalian
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 1121

    Balyozê Tirkiyeyê yê li Moskowê Huseyin Dirioz di axafitna xwe ya Sputnkikê de amaje kir ku haya wan ji hûrgiliyên plana Serokê DYAyê Donald Trump ya herêma ewle li Sûriyeyê tune ye.

    Dirioz, diyar kir ku Tirkiye demeke dirêj e bo ku li Sûriyeyê herêma ewle bê avakirin di nava hewldaneke mezin de ye.

    ‘PIRSGIRÊKA PENABERAN TIRKIYE Û YEyê DIXE ZORÊ'

    Balyoz Dirioz wiha pê de çû: ‘Tirkiye demek dirêj e pêşniyariya avakirina herêma ewle li Sûriyeyê dike. Tevî ên sûriyeyê em dibinin ku penaber pirsgirêkên mezin dijîn. Bi milyonan kes welatên xwe diterikînin. Prisgirêka penaberan Tirkiye û Yekitiya Ewrûpayê dixe zorê. Tirkiye bi milyonan dolar pere li penaberan xerc kir.'

    Dirioz amaje kir ku bi avakirina herêmên ewle hemû şertên hewce ên bo vegera penaberan jî wê bê amadekirin û duyar kir ku Trump derbarê herêma ewle daxuyaniyan dide lê haya wan ji hûrgiliyên plana wî tune ye.

    ​‘EM Ê ALÎKARIYA MIROVÎ BIDOMÎNIN'

    Dirioz di dewama axaftina xwe de behsa alîkariya mirovî ya bo gelê sûriyî kir û diyar kir ku wê alîkariya xwe bidomînin.

    Bi heman mijarî:

    Fermandarê amerîkî: "Me dîrektîfa ku li Sûriye herêma ewle ava bikin negirtiye"
    ‘Biryara Trump a ‘herêma ewle' li Enqereyê bû sedema endîşeyê'
    'Trump wê ji bo avakirina herêma ewle li Sûriyê fermanê bide'
    Etîketan:
    penaber, herêma ewle, sûriyeyê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de