09:05 20 Tebax 2017
Zindî
    Kremlin Sözcüsü Dmitriy Peskov

    Kremlînê banga xweragiriyê li Tirkiye û Hollandayê kir

    Sputnik
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 1421

    Piştî gengeşiya krîza dîplomatîk a navbera Tirkiye û Hollandayê Berdevkê Ofîsa Çapamenî ya Kremlînê Peskov banga xweragiriyê li herdu welatan kir.

    Berdevkê Ofîsa Çapamenî ya Kremlînê Dmitriy Peskov di axaftina xwe de got: "Ji bo kêmbûna gengeşiya navbera Tirkiye û Hollandayê em banga wan a xweragiriyê dikin. Bila bi erênî tevbigerin."

    ‘PÊWISTÎ BI NAVBEYNKARIYA TIRKIYE Û HOLLANDAYÊ TUNEYE'

    Dmitriy Peskov di civîna çapamenî de li hemberî pirsa gelo Rûsya wê ji bo navbeynkariya herdu welatan roleke erênî bilîze an na bersivand û got: "Pêwistiya Enqere û Amsterdamê bi navbeynkariyan tuneye, lewma herdu welat dikarin ji vê krîzê derkevin."

    Bi heman mijarî:

    Peskov: Sedema hîsteriya li dijî Rûsyayê nûçeyên derew e
    Peskov: Hemû balyozên Rûsyayê ên li cîhanê vê yekê dikin
    Peskov: Pûtîn û Erdogan wê kordînasyona leşkerî ya Sûriyeyê biaxivin
    Peskov: Em ji ceribandinên moşekên balîstîk a Koreya Bakur bi fikar in
    Peskov: Rûsya amade ye bêyî Amerîkayê, bitenê şerê DAIŞê bike
    Etîketan:
    Têkiliya Tirkiye û Hollandayê, Berdevkê Ofîsa Çapemenî ya Kremlînê, Dmitriy Peskov, Hollanda, Tirkiye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de