18:32 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Dmitriy Peskov

    Peskov: Sedema hîsteriya li dijî Rûsyayê nûçeyên derew e

    © Sputnik/ Natalia Seliverstova
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 1040

    Berdevkê Kremlinê Dmitriy Peskov destnîşan kir ku sedema hîsteriya dijî Rûsyayê yên li DYAyê hene, nûçeyên derew ên dijî Rûsyayê ne û hêvî kir ku ev hîsterî bi dawî bibe.

    Piştî Senatorê DYAyê Richard Blumenthal pêşniyar kir ku îdiayên dibêjin Rûsyayê destwerdan li hilbijartinên serokatiya DYAyê kiriye bên vekolandin û ev pêşniyar di rapirsînan de bi rêjeya 65% hat pejirandin, Berdevkê Kremlinê Dmitriy Peskov ev bûyer nirxand.

    Peskov bi CNNyê re axivî û diyar kir ku ji hîsteriya dijî Rûsyayê ya li DYAyê heye nîgeran in.

    Rayedarê rûs wiha got: Eger hûn serê raya giştî bi nûçeyên derew ên dijî Rûsyayê tijî bikin, hûn Rûsyayê bikin tawanbara her tiştî, hûn bibêjin Rûsyayê destwerdan di her tiştî de kiriye, her mudaxeleya li her tiştî kiriye, li ser her hev bibêjin ku Rûsya ji her tiştî berpirsyar e û hûn van dubare bikin, helbet hûn ê rêjeyeke ji 65an zêdetir bi dest bixin.

    "TEHDÎD E LI SER TÊKILIYÊN ME"

    Peskov teqez kir ku dixwazin ev hîsteriya kû xetereke mezin li ser têkiliyên dualî çêdike, bigihêje sînorên xwe yên mentiqî.

    Herwiha Peskov îdiayên Rûsyayê destwerdan di hilbijartinan de kiriye û Moskowê hevkarî bi Serokê DYAyê Donald Trump re di dema helmeta wî ya hilbijartinê de kiriye red kirin.

    "BILA DYA DIYALOGÊ BIDE DESTPÊKIRIN"

    Peskovî diyar kir ku ne Moskow bû ya ku mueyide dane destpêkirin lewra Moskow dê diyaloga sivikkirina mueyideyan nede destpêkirin û wiha pê de çû: DYAyê dest bi mueydeyan kir û divê ew diyalogê bide destpêkirin. Em ê nebin ew aliyê ku vê mijarê têxe rojevê."

    "TRUMP SEROKEKÎ PRAGMATÎK E"

    Ji aliyê din ve, peskov destnîşan kir ku Trump serokekî pragmatîk e û wiha got: Trump serokekî pragmatîk e. Venaşêre ku di gelek mijaran de wek Rûsyayê nafikire lê ewqasî pragmatîk e ku dibêje, divê em biaxivin û diyalogê bikin, em zemîneke hevpar peyda bikin daku helwestên xwe bidin ber hev."

     

     

    Bi heman mijarî:

    Peskov: Em ji ceribandinên moşekên balîstîk a Koreya Bakur bi fikar in
    Peskov: Pûtîn û Erdogan wê kordînasyona leşkerî ya Sûriyeyê biaxivin
    Peskov: Rûsya amade ye bêyî Amerîkayê, bitenê şerê DAIŞê bike
    Peskov: Em dixwazin li Libyayê hikûmeteke xurt were damezirandin
    Peskov: Dibe ku piştî Pûtîn jinek bê serê dewletê
    Peskov: Kalîte û objektîvbûna BBCyê kêm bûne
    Etîketan:
    Richard Blumenthal, Dmîtriy Peskov, Donald Trump, DYA, Moskow, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de