22:32 17 Kanûn 2017
Zindî
    Vladimir Jirînovskî

    Jirînovskî: "Ev çi demokrasî ye, Hollanda li hemberî Tirkiyeyê xayîntiyê dike"

    © Sputnik/ Aleksey Nikolski
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 12

    Serokê Partiya Demokrat a Lîberal a Rûsyayê Vladimîr Jirînovskî astengkirina wezîra tirk ji terefê Hollandayê ve rexne kir û ragihand ku ev tiştê ku Hollanda dike xayîntî ye.

    Vladimîr Jirînovskî di axaftina xwe ya televîzyona rûsî de got: "Hollanda li hemberî Tirkiyeyê xayîntiyê dike. Ditirsin ku Tirkiye bibe rejimeke gelekî bi hêz. Di 16ê Nîsanê de referandum were kirin û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan wê bibie serokekî xwedî erk. Ev ji bo rojavayiyan tehdîd e. Ji bo ku ev tim pergala parlamenteriyê diparêzin."

    ‘EV ÇI DEMOKRASÎ YE?'

    Jirînovskî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Ev çi demokrasî ye? Wezîra tirk nikare bi hemşeriyên xwe re were cem hev. Mafê wezîra tirk heye ku li Hollandayê li cihêkî girtî bi hemşeriyên xwe re hev bibîne. Bi destê wezîr digirin û dibin sînor. Ma ev e demokrasi? Demeke navbera me û Tirkiyeyê jî xera kirin. Erdogan wekî serok dixwaze têkiliyên xwe bi me re xweş bike."

    ‘BI AŞTÎ Û BAZIRGANIYÊ EM DAKEVIN BAŞÛR'

    Siyasetmedarê rûsî di dirêjiya axaftina xwe de got: "Min bi Erdogan re li Enqereyê hevdîtinek kir. Min got bi aştî û bazirganî em dakevin başûr û bila Tirkiye jî dakeve bakur. Tirk nêviyê welatê me ava dikin. Hûn zanin çima Erdogan min qebûl kir. Ji bo ku ez bi rastî jî dostê Tirkiyeyê me."

    Bi heman mijarî:

    Jirînovskî: Wê Tirkiye baregeha Încîrlikê bide me
    Jirînovskî: "Ji bo Ocalan hewldan min bikujin"
    Jirînovskî:"Ez ê kêfxweş bibim ku Rûsya û Tirkiyeyê li hev bînim"
    Jirinovski: Di serdema Çavuşoglu de, her tişt ji bo Rûsyayê bêhepma bû
    Jirinovski: Bakurê Iraq û Sûriyeyê axa Tirkiyeyê
    Etîketan:
    Serokê Partiya Demorata Liberal a Rûsyayê, Vladimîr Jirînovskî, Tirkiye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de