20:40 19 Mijdar 2017
Zindî
    Operasyona Reqqayê - HSD - YPG

    Pisporê Rûs: Rûsya û Tirkiye di mijara kurdên Sûriyeyê de naxwazin dijayetiya hev bikin

    © Foto: Sputnik/ Hikmet Durgun
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 7221

    Serokê Navenda Ewlehiya Herêmî ya Rojhilata Navîn Aleksandr Kîrpîçev diyar kir ku Rûsya û Tirkiye di mijara kurdên Sûriyeyê gelekî hesas in û herdu dewlet jî naxwazin berjewendiyên wan ên di vê mijarê de li dijî hevdu bin.

    Pisporê Rûs Kîrpîçev serdana Serokkomarê Tirkiyeyê tayîp Erdogan ya Moskowê nirxand û got Erdogan bo çareseriya mijarên Herka Tirk, santrala nukleer a Akkuyu,vîzeya bo karsazan hat û li ser wan jî herdu aliyan li hev kirin. Lewra mijarên ekonomîk û stratejîk in.

    ENQERE JI HEVKARIYA RÛSYA Û KURDÊN ROJAVA ACIZ E

    Pisporê rûs di dewama axaftina xwe de got: 'Erdogan ji hebûna kurdên Sûriyeyê aciz e. Ji hevkariya Rûsyayê û kurdan bi endîşe ye.  Herdua aliyan bo ku berjewendiyên wan ên di vê mijarê de pev nekevin, li hev kirin.'

    Bi heman mijarî:

    Erdogan û Pûtîn çûn serdana Bîrdariya Leşkerên Meçhûl
    Berî zîrweya Erdogan û Pûtîn wê Foruma Civakî ya Rûs û Tirk pêk were
    Lavrov ji bo civîna Erdogan û Pûtîn daxuyaniyek da
    Serşêwirmendê serokomarê tirk: Pûtîn û Erdogan wê pirsa vîzeyê çareser bikin
    'Pûtîn û Erdogan wê li Rûsyayê mijara moşekên S-400î biaxivin'
    Etîketan:
    mijarên hesas, berjewendî, kurdên rojava
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de