16:41 17 Tebax 2017
Zindî
    Dmitriy Peskov

    Peskov: Hemû balyozên Rûsyayê ên li cîhanê vê yekê dikin

    Host photo agency
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 921

    Berdevkê Kramlînê Dmîtriy Peskov derbarê mijara axaftina Balyozê Rûsyayê yê li Washingtonê Sergey Kislyak yê beriya hilbijartinan bi rayedarên derdora endamên serokatiyê re daxuyaniyek da û got ev yek ne li derveyî rayeyên Kislyak e.

    CNN hin parçeyên roportaja bi Peskov re li ser malpera xwe weşand.

    Peskov di axaftina xwe de destnîşan kir ku:' Ev karê wî ye. Kislyak di hevdîtinên xwe yê dualî de tiştên ku li DYAyê dijîn anî rojevê.'

    Peskov amaje kir ku divê hevdîtinên bi vî rengî wekî mudaxaleya pêvajoyê neyê şîrovekirin û got: 'Hemû balyozên Rûsyayê yên li hemû welatên cîhanê vê yekê dikin.

    Balyozek bi mirovên welatê ku lê ye çi qas hevdîtinan bike, wê karê xwe ew qasî baş bike.'

    Bi heman mijarî:

    Peskov: Pûtîn û Erdogan wê kordînasyona leşkerî ya Sûriyeyê biaxivin
    Peskov: Em ji ceribandinên moşekên balîstîk a Koreya Bakur bi fikar in
    Peskov: Rûsya amade ye bêyî Amerîkayê, bitenê şerê DAIŞê bike
    Etîketan:
    hevdîtinên dualî, Dmîtriy Peskov
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de