21:34 30 Adar 2017
Zindî
    Binyamin Netanyahu û Vladîmîr Pûtîn

    Kremlîn: Li ser operasyona Îsralîlê ya li dijî Hizbullahê nehatiye axaftin

    © REUTERS/ Pavel Golovkin
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 430

    Berdevkê Kremlînê Dmîtriy Peskov destnîşan kir ku Moskow û Tel Avîv li ser operasyona muhtemel ya Îsraîlê ya ku wê li dijî Hizbullahê li dar bixe, ne axivîne.

    Peskov derbarê îdiayên televizyona El Cezîreyê de ya li ser vê mijarê nirxand û got: ‘Ne gengaz e ku ez vê agahiyê binirxînim. Lewra tu rastiya vê yekê nîne. Ev mijar di nava herdu welatan de jî nehatiye axaftin.'
    El Cezîrê îdia kiribû ku Rûsya bi çavekî erênî li operasyona Îsraîlê ya li dijî Hizbullah dinêre.

    NETANYAHU: RÛSYA ALÎKARIYEK MEZIN DA TÊKOŞÎNA LI DIJÎ TERORÊ

    Ji aliyê din ve Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahu piştî hevdîtina xwe ya li gel Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn li Moskowê civîneke çapemeniyê li dar xist û got ew di mijara têkoşîna li dijî terora îslamî gelekî pêş de çûne.

    Herwiha amaje kir ku Rûsya di vî warî de alîkariyek mezin daye wan.

    PÛTÎN: EM BI ÎSRAÎLÊ DI NAVA TÊKILIYEKE BI EWLE DE NE

    Pûtîn jî diyar kir ku ew bi Îsraîlê re di nava têkiliyeke nêzîk û bi ewle de ne.

    Bi heman mijarî:

    Kremlîn: Hewildanên CIAyê yên guhdarkirina Pûtîn ne mijareke nû ye
    Peskov: Pûtîn û Erdogan wê kordînasyona leşkerî ya Sûriyeyê biaxivin
    Balyozê Tirkiye li Moskowê, armanca sereke ya hevdîtina Erogan û Pûtîn eşkere kir
    Pûtîn, bi hevokên şairê rûsî Roja Jinan a Cihanê pîroz kir
    Etîketan:
    hevkariya bi ewle, alîkarî, şerê li dijî hizbullahê, Benjamin Netanyahu
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de