22:41 24 Gulan 2017
Zindî
    Dmitriy Peskov

    Kremlîn: Hewildanên CIAyê yên guhdarkirina Pûtîn ne mijareke ye

    Sputnik
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 520

    Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov diyar kir ku ew li ser agahiyên ku dibêjin Rêxistina Agahîgirtinê ya Navendî ya Amerîkayê (CIA) hewil daye Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn guhdar bike, disekinin û got jixwe ev jî ne tiştekî nû ye.

    Peskov li ser belgeya bi navê ‘PocketPutin' ya di nava belgeyên ‘Qaseya daîreya 7an' ên ayidê CIAyê yên ku WikiLeaksê duh weşandin de cih digire daxuyanî û got, "Li gel civaka navdewletî bala me jî li daneyên ku hatin weşandine. Daneyên WikiLeaksê hêjayî baldariyê ne. Divê ew belge bi baldarî werin xwendin."

    ‘JI BO VÊ YEKÊ HEWCE NAKE LI WIKILEAKSÊ WER NÊRÎN'

    Peskov dest nîşan kir ku van belgeyan mijareke nû derxnexistiye holê.

    Dmitriy Peskov got, "Wek hûn jî dizanin, venaşêrin ku ew li Washingtonê rayedarên Rûsyayê guhdar dikin. Balyozê me Sergey Kislyak û yên din jî guhdar dikin. Tu kes vê yekê venaşêrin." Peskov derbirî ku ji bo vê yekê jî hewce nake li Wikileaksê were nêrîn, mirov dikare van texmîn bike.

    ZEDETIRÎ 8 HEZAR BELGEYÊN AYIDÊ CIAYÊ HATIBÛN WEŞANDIN

    WikiLeaksê duh 8761 belgeyên ayidê CIAyê weşandibû û diyar kiribû ku van belgeyan ‘sepana hackê ya nepenî ya kureyî' ya saziya îstixbaratê derxistiye holê.

    WikiLeaksê anî ziman ku ev belgeyên hatine weşandin tenê ji sedî 1ê belgeyên ‘Qaseya daîreya 7an' e.

    Li gorî WikiLeaksê CIA dikare pergalên wekî Android, iOS, Linux, macOS, Windowsê hack bike, heta dikare TVyên Samsungê yên jîr wek mîkrofonê bi kar bîne û hawirdorê guhdar bike.

    DIKARE PERGALÊN ŞÎFREKIRINÊ YA SEPANAN PÛÇ BIKE

    Her wiha li gorî belgeyên WikiLeaksê weşandine CIA dikare pergala şîfreyê ya sepanên wekî Whatsapp, Telegram, Signal, Wieboyê yên telefonên jîr jî pûç bike

    Bi heman mijarî:

    Almanyayê ji bo Wikileaksê daxuyanî da: Em ê qet destûrê nedinê kes têkeve pergala me
    Googleê bersiva Wikileaksê da: Kêmasiyên me yên ewlekariyê tine
    WikiLeaksê lîsteya 'sîmgeyên îfadeyê' ya nepenî ya CIAyê derxist holê
    Wikileaksê îdia kir, Herêma Kurdistanê bersiva îdiayan da
    Manning ê ku belgeyên Amerîkayê dan WikiLeaksê dest bi girêva birçîbûnê kir
    Etîketan:
    hewildan, guhdarkirin, WikiLeaks, CIA, Serokdewletê Rûsyayê, Berdevkê Kremlînê, Vladîmîr Pûtîn, Dmitriy Peskov, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de