18:53 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Dmitriy Peskov

    Peskov: Pûtîn û Erdogan wê kordînasyona leşkerî ya Sûriyeyê biaxivin

    Host photo agency
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 2375

    Berdevkê Ofîsa Çapamenî ya Kremlînê Dmitriy Peskov di daxuyaniya xwe de ragihand ku Pûtîn û Erdogan wê kordînasyona leşkerî ya Sûriyeyê biaxivin.

    Dmitriy Peskov di axaftina xwe de got: "Yek ji mijara sereke ku Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan li Moskowê binirxînin kordînasyona leşkerî ya Sûriyeyê ye."

    Peskov di axaftina xwe de bersiva pirsekê da û got: "Mijara sereke avakirina kordînasyona navbera hêzên leşkerî ya çareseriya siyasî li Sûriyeyê ye. Wekî hûn dizanin leşkerên Tirkiyeyê jî li Sûriyeyê operasyoneke leşkerî pêk tînin û leşkerên rûsî jî ji bo piştgirî û piştevaniya artêşa Sûriyeyê çalakiyên xwe didomîne. Ev rewş mecburî hevkariyeke nêz û kordînasyonekê divê bi xwe re bîne."

    Berdevkê Kremlînê di berdewamiya axaftina xwe de got: "Bêguman wê mijara lêpirsîna kuştina Balyozê Rûsyayê li Enqereyê Andrey Karlov jî di hevdîtinê de wê cihekî girîng bigire."

    ‘JI HERDU ALIYAN DÊ GELEK WEZÎR TEVLÎ HEVDÎNÊ BIBIN'

    Peskov di dirêjiya axaftina xwe de got: "Ji herdu aliyan jî dê gelek wezîr tevlî civîna Konseya Hevkariya Bilind a Rûs û Tirk bibin. Mijar tijî ye, alîgir wê ji bo projeyên bazirganî, hevkariya ekonomîk, Herka Tirkî û yên wekî Sentrala Akkuyuyê nîqaşan bikin."

     

    Bi heman mijarî:

    Peskov: Em ji ceribandinên moşekên balîstîk a Koreya Bakur bi fikar in
    Peskov: Rûsya amade ye bêyî Amerîkayê, bitenê şerê DAIŞê bike
    Peskov: Em dixwazin li Libyayê hikûmeteke xurt were damezirandin
    Peskov: Dibe ku piştî Pûtîn jinek bê serê dewletê
    Peskov: Ez Ûkraynaya 'daxuyaniya Çurkin' bloke kir hewaleyî xwedê dikim
    Etîketan:
    Başbûna têkiliyên navbera Rûsya û Tirkiyeyê, Berdevkê Ofîsa Çapamenî ya Kremlînê, Konseya Hevkariya Bilind a Rûs û Tirk (UDIK), Vladimîr Pûtîn, Dmitriy Peskov, Tirkiye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de