17:11 23 Adar 2017
Zindî
    Leşkerên Rûsyayê

    Leşkerên polîs yên rûsî rêkûpêkiyê li Sûriyê cîbecîbikin

    © Sputnik/ Vîtaliy Ankov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 22116

    Sazûmana leşkerî a Rûsyayê pêşniyariya girêdayî bi hêzên polîsên leşkerî yên ku li xaka Sûriyê kar dikin, wergirt. Di belgenamê de erk û mafên vê hêzê hatine nivîsandin. Her weha, têde hatiye gotin ka ev hêz wê bi çi rengê erkên xwe li xaka Sûriyê pêkbîne.

    Pêşniyariyek wisa hîn dawiya sala borî ji aliyê serpereştê sazûmana leşkerên polîs a bi ser bi Wezareta berevanî ve Ceneral Vladimîr Ivanovskî ve hatibû amadekirin. Di dema niha de ev belge jibo hêzên leşkerên polîs yên li Sûriyê û yên li xaka Rûsyayê jî hatiye pêşkêşkirin.

    ÇEKDARÊN KU XWE DI NAV SIVÎLAN DE VEŞIRÊN HENE

    Wek di pêşniyariyê de tê nîşankirin, piştî bidawîbûn şer li xaka Sûriyê, hêzên asayişê li deverên ku hatine rizgarkirin tune ne. Lê çekdarên ku xwe di nav sivîlan de vedişêrin hene. Rewşek wisa dikare bike ku komên tawankar peydabibin. Ji ber vê yekê jibo alîkariya bajaran, Navendên ji bo Lihevanîna Aliyên Dijber tên sazkirin. Hêzên polîsên leşkerî jî di nav wan de kar dikin. Hêjayî gotinê ye ku cihê wê hêza polîsên leşker lê kar bikin wê tu hêzên leşkerî din tune bin.

    POLÎSÊN LEŞKER DIKARIN TEVDÎRÊN LI SER ASTA DEWLETÊ DE BISTÎNIN

    Karmendên Navendên ji bo Lihvanîna Aliyên Dijber û polîsên leşker dikarin tedavîrên li ser asta dewletê bistînin. Bi taybetî di dema pêkanîna çalakiyên hevbeş bi hêzên asayişê yên Sûriyê û yên xwecihî re, polîsên leşker dikarin hetanî çekan jî bikarbînin.

    Di heman demê de, jibo wan qedexeye ku navgîniyên taybet û çekan dijî jinên ducanî, kêmendam û zarokan bikarbînin. Lê dema ku ev kes êrîş bikin, polîsên leşker neçarin berxwe bidin.

    WÊ ZIKAKÊN BAJÊR KU JI TERORÎSTAN HATINE RIZGARKIRIN BIPARÊZIN

    Karê polîsên leşker wê li ser bingeha qanûn û pêkanîna maf û azadiya mirov bê cîbecîkirin. Li gorî nerîna pisporan, leşkerên polîs yên rûsî rolek mezin di misogerkirina aramiya xaka ku li Sûriyê ji terorîstan hatiye rizgarkirn de, dilîzin.

    Polîsên leşker gerek avahiyên Navendên ji bo Lihvanîna Aliyên Dijber, nexasim qestexanên ku alîkariya tenduristî ji hemwelatiyan re pêşkêşdikin, biparêzin. Herweha ew wê hevrêkiya karmendên Navendên jibo Lihevanîna Aliyên Dijber û yên bomban pûç dikin jî bikin. Ji bo misogerkirIna aramiyê polîsên leşker wê zikakên bajarên ku ji terorîstan hatine rizgarkirin jî, biparêzin.

    Artêşa Rûsyayê
    © Sputnik/ Vladimir Pirogov
    Mafê polîsên leşker heye ku çalakiyên tawanbarî û ziyankarî qedexe bikin. Di dema pêkanîna rêjîma rewşa awarte de, polîs dikarin belgên hemwelatiyan kontrol bikin. Ew dikarin gumanbarên bi pêkanîna tawanan bigrin jî, heta ku rewşa girêdayî bi wan ve bê şirovekirin.

    Di dema pêkanîna erkên taybet de, hêzên polîsên leşkerî yên rûsî divê hevkariyê bi hêzên asayişê yên Sûriyê re bikin û karên xwe bi wan re koordîne bikin.

    ‘POLÎSÊN LEŞKER DI NAV HÊZÊN ME YÊN LEŞKERÎ DE TINE NE'

    Serpereştê navenda konjonktûra stratîjî Ivan Konovalov di hevpeyvîna bi radyoya Sputnik re şirovekir ku "Polîsên leşker di nav hêzên me yên leşkerî de-strukturek nuhe. Jiber vê yekê nirxandinên me yên taybet yên ne standart jibo pêkanîna karên wan hene. Polîsên leşker yên Rûsya li Sûriyê him erkên kevneşopî û him jî yên aştîparêzî pêktînin.

    Sazûmana Polîsên Leşker ên Rûsî 25 meha Adarê sala 2015an hatiye sazkirin. Erka vê hêzê ew e ku rêkûpêkiyê û disiplînê di leşkerê Rûsyayê de biparêze, asayişa transporta leşkerî misogerbike û herweha cihên leşkerî jî biparêze.

    Bi heman mijarî:

    Dî pîrozbahiyên 8ê Adarê de ji Merdînê dîmenên kulturî
    Canikli: Bi ya me li Minbicê armanca Amerîka û Rûsyayê jî heman e
    Alîgirên futbolê yên Îranî ji çûna Rûsyayê xwe nadin alî
    Nîqaşa Rûsyayê ya di navbera Demokratan û Trump de dewam dike
    Patruşev: "Di sala 2016an de 52 milyon êrişên sîberî li dijî Rûsyayê pêk hatin"
    Encûmena Leşkerî ya Minbicê ji bo peymana li gel Rûsyayê daxuyanî da
    Etîketan:
    leşker, polîs
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de