04:44 19 Çile 2018
Zindî
    Vladimîr Pûtîn

    Pûtîn, bi hevokên şairê rûsî Roja Jinan a Cihanê pîroz kir

    Sputnik
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 66

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn wekî hersal îsal jî pîrozbahiya Roja Jinên Cihanê bi peyameke dîmênî û bi hevokeke şairê rûsî Konstantîn Balmont pîroz kir.

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn
    © REUTERS/ Tomohiro Ohsumi
    Serokê Rûsyayê Pûtîn di peyama xwe ku di televîzyonan hat weşandin de behsa girîngiya jinan kir û got: "Jin ji bo malbat, zarok û neviyên xwe kedeke mezin didin, îro roja betlanê jî digel her tiştî dîsa li pey karên xwe diçin û her tiştî di dema wê de dikin. Em gelek caran difikirin bê çawa dikarin van bi hev re bikin."

    ‘DI JINÊ DE HER TIŞTÊ KU EM LÊ DIGERIN HEYE'

    Pûtîn di berdewamiya peyama xwe de got: "Lê ya herî girîng em ji we hez dikin û qîmetê didin we." Serokê rûsî di berdewamiya peyama xwe de cih da hevokên şairê rûsî Konstantîn Balmont û got: "Jin, dema em çêdibin bi me re ne/ Jin, di nefesa me ya dawî de bi me re ne/ Jin, di şer de ala me ne/ Jin, bextewariya vebûna çavê me ne."

    Serokê rûsî di dirêjiya peyama xwe de got: "Di jinê de her tiştê ku em lê digerin heye. Hem peyam û hem jî dilxweşî. Hûn vê cihanê bi delaliya xwe û bi çalakiya xwe ya jiyanê dadigirin. Ji bo jinên me ku em ji wan hez dikin û dikenin û ji bo hê zêdetir bikaribin bikenin çi ji destê me were em e bikin."

    Bi heman mijarî:

    Berî zîrweya Erdogan û Pûtîn wê Foruma Civakî ya Rûs û Tirk pêk were
    Biryara komiysona YEyê Pûtîn û Orban kêfxweş kirin
    Planên Pûtîn a 8ê Adarê diyar bûn
    Pûtîn peymana hevkariya dadmendî ya bi Tirkiyeyê re îmze kir
    Ji bo hevdîtina Pûtîn û Erdoganî ya 10ê Adarê de Kremlîn daxuyaniyek weşand
    Etîketan:
    Pîrozbahiya Roja Jinên Cihanê, Serokê Dewleta Rûsyayê, Vladimîr Pûtîn, Moskow, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de