12:23 24 Çile 2018
Zindî
    Hulusi Akar, Valeriy Gerasîmov û Joseph Dunford

    Wezareta Parastinê ya Rûsyayê derbarê civîna Antalyayê de daxuyanî da

    © Foto: Genelkurmay Başkanlığı
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 43

    Wezareta Rûsyayê derbarê naveroka civîna sererkanê DYAyê Joseph Dunford, yê Rûsyayê Valeriy Gerasimov û yê Tirkiyeyê Hulusi Akar a li Antalyayê de daxuyaniyek da.

    Hulusi Akar, Valeriy Gerasîmov û Joseph Dunford
    © Foto: Genelkurmay Başkanlığı
    Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, "di civînê de nîqaş li ser wan mijaran hat kirin bê rewşa têkoşîna li dijî komên terorîst ên li Sûriyeyê çawa ye û bê çawa têkoşîneke bibandortir dê di siberojê de li dijî wan bê meşandin."

    Herwiha daxuyaniyê destnîşan kir ku "hemû aliyên(li Sûriyeyê) teqez kiriye ku bergiriyên xwe zêdetir bikin daku rê li ber bûyerên nexwestî di dema pêkanîna operasyonan de bigirin" û hat diyarkirin ku di civîna sêalî de mijarên ewlekariya herêmî li Iraq û Sûriyeyê hatin nîqaşkirin.

    Piştî lûtkeya ku heta danê êvarî berdewam kiribû, Serekanê Rûsyayê General Gerasîmov saet 21.30 di bin bergiriyên ewlekariyê yên berfireh bi navgîneke zirxî ji balafirgeha Antalyayê çû.


    Bi heman mijarî:

    Sererkanên tirk, rûs û amerîkî li Antalyayê hatin cem hev
    Li Antalyayê û Bêgirê 12 kes hatin girtin
    Artêşa Sûriyeyê çeperên DAIŞê yên li Dêra Zorê xist
    6 gundên li rojavayê Minbicê radestî Artêşa Sûriyeyê hat kirin
    Îran: Divê rêz li hevgirtina axa Sûriyeyê were girtin
    Jetên rûsî yên li Sûriyeyê 2.300 sengerên terorîstan ruxandin
    Puşkov: Me lîstika li Sûriyeyê xera kir
    Etîketan:
    Hulusi Akar, Valeriy Gerasimov, Joseph Dunford, Tirkiye, Iraq, Sûriye, DYA, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de