16:40 22 Gulan 2018
    Moşeka Nukleerî

    'Dibe ku Rûsya ji peymana STARTê vekişe'

    © AFP 2018 / BRENDAN SMIALOWSKI
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 21

    Serokê Komîteya Ewlehî û Parastina Konseya Federasyona Rûsyayê Vîktor Ozerov li ser bicihkirina sîstema parastina moşekên pêşketî li Koreya Başûr ji aliyê Amerîkayê ve got, dibe ku Rûsya ji peymana 2010an a STARTê ku îmze kiribû vekişe.

    Amerîkayê piştî ceribandina moşekên balîstik ji aliyê Koreya Bakur ve, li Koreya Başûr sîstema parastina moşekan a pêşketî (THAAD) bi cî kir.

    'AMERÎKAYÊ HEVSENGIYA PEYMANÊ BINPÊ KIR'

    Serokê Komîteya Ewlehî û Parastina Konseya Federasyona Rûsyayê Vîktor Ozerov ji Spûtnîkê re destnîşan kir, Amerîkayê bi vê pengavê hevsengiya peymana nû ya STARTê binpê kiriye û got, "Ev sewqiyata han yek ji şertên nivîsara peymanê ye ku destûrê dide vekişîna Rûsyayê."

    Ozerov bal kişand ser ku dê Rûsya li hemberî vê pengavê têkoşîna xwe bidomîne û ji bo bergiriyê pêşniyaran pêşkeşî hikûmetê bike.

    Bi heman mijarî:

    Vuvuzelaya alîgirên futbola Rûsî ya Kûpaya 2018an diyar bû: Kevçiyên textikî
    Die Weltê ji Erdogan re name nivîsand
    Li bajarokekî Helebçeyê teqîn çêbû
    Ebadî li Silêmaniyê çû serdana Celal Talabanî
    Çavuşoglu: Dijatiya Almanyayê bo Tirkiyê sîstematîk e
    Li şaredariyekê din jî qeyûm hat tayînkirin
    3 stadên futbolê yên herî baş li dinyayê hatin hilbijartin
    Etîketan:
    Amerîka, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de