09:14 22 Gulan 2018
    Viktor Orban - Vladimir Putin

    Biryara komiysona YEyê Pûtîn û Orban kêfxweş kirin

    © Sputnik / Alexei Druzhinin
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 23

    Biryara Komisyona Ewropayê ya rakirina astengên li himberî zêdekirina du unîteyên enerjiyê li Santrala Nûkleer a Paksê ya Şirketa enerjiya nûkleer a dewleta Rûsyayê Rosatomê li Meceristanê ava kiribû, Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û Serokwezîrê Meceristanê Vîktor Orban kêfxweş kirin.

    Kremlinê bi daxuyaniyekê ragihand ku Pûtîn û Orban îro bi telefonê axivîn.

    RÊKEFTINÊN DI SERDANA PÛTÎNÎ DE PÊK HATIBÛN JÎ HATIN AXIFTIN

    Pûtîn û Orban derbarê rêkeftina di serdana serokê rûs a 2ê Sibatê bo Bûdapeştê hatibû pêkanîn û mijarên aktûel de axivîn.

    Ji aliyê din ve, Pûtîn û Orban mijarên navdewletî yên têkilîdarî Rûsya û Meceristanê jî nirxandin.

    "RÊKEFTIN DI 2014AN DE HATIBÛ ÎMZEKIRIN"

    Rûsya û Meceristanê di dawiya sala 2014an de rêkeftinek îmze kiribû ku bi bikaranîna teknolojiya rûsî ya VVER-1200 unîteyên 5 û 6an li santralê zêde bikin. YEyê jî di Marta 2015an de ew rêkeftin rawestandibû.

    "YEKEM UNÎTE DI SALA 1982AN DEST PÊ KIRIBÛ"

    Tekane santrala nûkleer a Meceristanê Paks ji 4 reaktorên VVER-440  pêk tê. unîteya yekem a enerjiyê di sala 1982an de dest bi xebatê kiribû. Niha pişka enerjiya li santralê tê hilberandin, 50% ji enerjiya tevahiya santralê pêk tîne.

    Bi heman mijarî:

    Planên Pûtîn a 8ê Adarê diyar bûn
    Pûtîn peymana hevkariya dadmendî ya bi Tirkiyeyê re îmze kir
    Ji bo hevdîtina Pûtîn û Erdoganî ya 10ê Adarê de Kremlîn daxuyaniyek weşand
    Pûtîn û Nazarbayev li ser Astana û Cenevê axivîn
    Ji Pûtîn peyama pîrozkirina 25 saliya Roskosmosê
    Kremlîn: Pûtîn û Poroşenko hevdîtin pêk anîn
    Şoygu brîfîng da Pûtîn: Operasyona rizgarkirina Palmîrayê bi dawî bû
    Pûtîn: Eger Bîşkek daxwaz bike em ji bo girtina baregeha xwe ya li Kirgisîztanê re amadene
    Etîketan:
    VVER-440, Viktor Orban, Vladîmîr Pûtîn, Bûdapeşt, Meceristan, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de