23:31 22 Nîsan 2018
    THAAD (Yüksek İrtifa Bölge Hava Savunması)

    Rûsya: Em ê li ser pergala THADDê ya DYAyê bifikirin

    © REUTERS / USFK/Yonhap
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 21

    Rayedarê Wezareta Derve ya Rûsyayê Ulyanov diyar kir ku dê çalakiyên DYAyê ya ku dest pê kiriye pergala parastinê ya moşekavêj a THAADê (Parastina Hewayî ya Herêmên Bilind) li Koreya Başûr bi cih dikin him ji aliyê planên leşkerî û him ji aliyê planên polîtîka derve ve jî berçav bikin.

    Serokê Daîreya Kontrola Çekdarbûnê ya Wezareta Derve ya Rûsyayê Mîxaîl Ulyanov ji Spuntikê re axivî û got, "Teqez em ê çalakiyên DYAyê di polîtîkaya xwe ya derve de berçav bikin. Herwiha em ê van tiştan di plankirinên leşkerî de berçav bikin."

    Ulyanov bi bîr anî ku Koreya Bakur û Çîn jî li dijî pergala THAADê derdikeve û teqez kir ku ew pergal dê rageşiya li herêmê zêde bike.

    Piştî ku Koreya Bakur 4 moşek avêtin Deryaya Japonyayê, DYAyê dest pê kir pergala xwe THAAD şi Koreya Başûr bi cih kir.

    Endamên pêşî yên pergalê di 6ê Adarê de gihiştibûn Baregeha Hewayî ya Osanê ya li  Pyeongtayê.

    Kapasîteya dûrahiya 200 km û 150 km di pergala THAADê heye ku piştî endamên neyaran bi radarên moşekan ên dûrahiya navîn û kurt tespît dike, moşekên wiha diavêje wan moşekan ku di dema ketina wan de wan diruxîne.

    Bi heman mijarî:

    Çînê ji bo THAADê bertek da Amerîka û Koreya Bakur: Dê hesabê vê bidin
    Rûsya: DYA û Ukrayna beriya ku aloziya li Donbassê zêde bikin divê '3 caran' bifikirin
    DYA: Rûsya hewil dide ku aloziya li Sûriyeyê bide rawestandin
    KCK: 'Bila Rûsya û DYA alîkariya Tirkiyê nekin'
    DYA, dixwaze zexmiya Rûsya û Çînê ya li dijî êrişên nukleer hîn bibe
    Rûsya: DYA serverên internetê bi armanca sîxûriyê bikar tîne
    Rûsya: Daxuyaniyên DYA yên Helebê derew in
    'Rûsya û Çîn di sala 2025a de wê karibin her cure peykên DYA tehdît bikin
    Etîketan:
    THAAD, Mîxaîl Ulyanov, Japon, Koreya Bakur, Koreya Başûr, DYA, Çîn, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de