16:25 22 Gulan 2018
    Bajarê Hûmsê

    Generalê rûsî ku li Sûriyeyê birîndar bibû çavek û lingên xwe winda kirin

    © REUTERS / Omar Sanadiki
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 41

    Generalê rûsî Pyotr Milyuhin ku di dema dema êrişeke bombeyekî de li Sûriyeyê birîndar bibû çavek û lingên xwe winda kirin.

    Konvoya leşkerî ku Pyotr Milyuhin jî di nav de di 16ê Sibatê de li nêzî bajarê Hûmsê yê Sûriyeyê dema diçûn Baregeha Hewayî ya Tiyasê di rê de rastî êrişeke teqemenî hatibûn. Di êrişa bombeyi de 4 leşkerên rûsî jiyana xwe ji dest dabûn û generalê rûsî Pyotr Mlyuhin jî bi giranî birîndar bibû.

    Milyuhin piştî birîndarbûnê rakirin Nexweşxaneya Klînîk a Leşkerî ya Rûsyayê û li wir xistin beşa nexweşên giran, hat ragihandin ku Milyuhin çavek û lingên xwe winda kirin.

    ‘REWŞA MILYUHIN STABÎL E'

    Li gorî nûçeya Kommersantê ku dispêre bijîşkekî nexweşxaneyê, rewşa tendirustî ya Milyuhin stabîl e, ji bo dermankirinê ew birine Moskowê û metirsiya wî ya jiyanê tuneye.

    Herwiha li gorî doneyên Wezareta Parastin a Rûsyayê, ji Îlona 2015an 27 leşkerên rûsî li Sûriyeyê jiyana xwe ji dest dan.

    Bi heman mijarî:

    Kommersant: Dibe ku leşkerên tirk beyî agahiya Rûsyayê jinûve hatibin bicihkirin
    Izvestiya: Leşkerên Çeçen wê li Sûriyeyê baregeha Rûsyayê biparêzin
    Kremlin: Leşkerên Rûsyayê, êrîşa konvoya alîkariyê vedikolin
    Rûsya: 4 leşkerên me di teqîneke li Sûriyeyê de jiyana xwe ji dest da
    Leşkerên Amerîkî li nêzîkî sînorê Rûsya-Letonyayê meşiyan
    Etîketan:
    Generalê birîndar ê rûsî, Pyotr Milyuhin, SÛriye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de